Bedran Çiya: Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ye

Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd di civînekê de bi gelê navçeya Zirganê re li Baxçeyê Serokatî got hebûna çeteyên DAIŞ‘ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ye û anî ziman ku divê hemû gelên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de bixebitin.

Bedran Çiya: Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ye
Bedran Çiya: Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ye
Bedran Çiya: Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ye
Bedran Çiya: Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ye
13 mijdar, 2018   13:50

HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DE) rêzecivînên xwe yên bi gelên navçeya Zirganê re didomîne. Bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînek hate lidarxistin. Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd û bi sedan şêniyên navçeya Zirganê di civînê de amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyekê rêz hate girtin. Piştre Bedran Çiya rewşa siyasî nirxand û wiha got: “Divê gelên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê li ber xwe bidin û li hember êrîşên dewleta Tirk derkevin."

Bedran Çiya di berdewama axaftina xwe de got xetereya ku divê rêjîma Sûriyeyê bibîne, dagirkirina Tirkiyeyê li herêmên Bakurê Sûriyeyê û destekdayîna wê ya bi çeteyan re ye. Dewleta Tirk destekê dide DAIŞ û Cebhet El-Nusra, hebûna çeteyan li ser xaka Sûriyeyê girêdayî Tirkiyeyê ye ku heya niha wan derbasî Sûriyeyê dike.”

Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku erka sereke ya dikeve ser milê hemû gelên Sûriyeyê, rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de; Efrîn, Idlib, Cerablus û hwd e. bi rizgarkirina van herêman ji dagirkeriya Tirkiyeyê êdî gavên ber bi çareserkirina siyasî ve ji bo aloziya Sûriyeyê dê hêsan bibin.

Di dawiya civînê de ji hêla beşdaran ve der bare pêvajoyê de nîqaş hatin kirin.

ANHA