Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin

Bi dehan şêniyên bajarokê El-Besîra cenazeyên 2 şervanên QSD`ê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kirin.

Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
13 mijdar, 2018   14:23

DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên bajarokê El-Besîra li gundên rojavayê Dêrazorê beşdarî merasîma oxirkirina 2 şehîdên QSD`ê Cemal El-Hindî (Sermed) û Mahêr El-Şinan (Mahêr) bûn ku di 5`ê Mijdarê de  di hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir. Paşê li ser navê QSD`ê fermandar Ewad Idrîs axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her wiha li ser navê malbatên şehîdan Wîsal Hezaa soza şopandina rêya şehîdan heta gihandina armancên şehîdan da.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan ji aliyê endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Şems El-Dîn hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Paşê di nava dirûşmeyan de her du şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA