Tirkiye diziya li Efrînê hatiye kirin di dergehekî nû re derbasî axa xwe dike

Artêşa Tirk a dagirker dergehekî nû di navbera kantona Efrînê û Tirkiyeyê de vekir da ku diziya li Efrînê hatiye kirin, bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê bibe û çek û cebilxaneyê ji Tirkiyeyê derbasî Efrînê dike û radestî komên çete dike.

Tirkiye diziya li Efrînê hatiye kirin di dergehekî nû re derbasî axa xwe dike
13 mijdar, 2018   07:44

EFRÎN

Artîşa Tirk a dagirker beriya ku kantona Efrînê dagir bike, îdia dikir ku ew rêyeke leşkerî di navbera Tirkiye û Efrînê de ava dike û di vê çarçoveyê de bêtirî 5 hezar darên zeytûnan hilkirin da ku derbaskirina çeteyan û cebilxaneya wan hêsan bike.

Artêşa Tirk di 8'ê Mijdarê de dergehekî nû li ber gundê Hemamê yê girêdayî devera Cindirêsê ya li rex bajarê Hatay ê Tirkiyeyê vekir.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku ji dema dergeh hatiye vekirin ve, leşkerên Tirk û komên çete yên li Efrînê hilberîna zeytûnan ku ji welatiyan dizine, ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê dikin. Çavkaniyan da zanîn ku her wiha gelek kamyonên ku bi mal û milkên welatiyan bar kiribûn, derbasî Tirkiyeyê hatine kirin û gelek trimpêl û traktorên ku dizîbûn, derbasî Tirkiyeyê kirin.

ANHA