Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin

Xwendekarên gundên Kobanê yên li ser sînor tevî êrîşên dagirkeriya Tirk ku heta xwendekar û dibistanan jî dikin hedef, diçin dibistanên xwe. Ji aliyekî din ve civaka navdewletî li hember êrîşan tu bertek an jî helwest nîşan nade.

Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin
Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin
Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin
Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin
Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin
Xwendekar gundên li ser sînor: Em dest ji dibistanên xwe bernadin
13 mijdar, 2018   07:59

DICLE EHMED / KOBANÊ

Di van çend rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Kobanê bi hewan, fûze û guleyan kirin hedef û gule sivîlan barandin.

Êrîşên dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina sivîlên ku di zeviyên xwe de dixebitin li ser sînor sînordar neman, lê belê heta dibistan û zarok jî kirin hedef. Zaroka bi navê Sara Rifat Mistefa ya 6 salî, li gundê Til Fender ê rojavayê Girê Spî, dema ji dibistanê vedigerî male, bi guleya sekvanên artêşa Tirk hate qetilkirin.

Li gorî gotinên xwendekarên gundê Kor Elî yê rojavayê Kobanê ku ji beriya çend hefteyan ve rastî topbaran tankên artêşa Tirk hatiye, xuya dibe ku ew yekser ziman û çanda gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê dikin hedef. Di encama êrîşan de gelek dibistanên gundên li ser sînor, ji ber metirsiyên ser jiyana xwendekaran, neçar man deriyên xwe bigirin.

Yek ji mamosteyên dibistana gundê Kor Elî Berçem Ehmed wiha got: "Tevî topbaranê jî lê deriyê dibistanê dê vekirî bimîne û xwendekar di fêrbûna bi zimanê dayikê de bi israr in."

Berçem wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî çand û zimanê gelê Kurd zêde dike, ji ber ku em bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin."

Ji aliyê xwe ve zaroka bi navê Songul Şêxo wiha axivî: "Ez ji gundê Kor Elî me. Di refa 4’an de dixwînim û fêrî zimanê kurdî dibim. Tirkiye bi tankan me topbaran dike. Lê em dest ji zimanê xwe bernadin û em ê li ser xaka xwe li ber xwe bidin û em ji bo vê yekê bi israr in."

Têkildarî heman mijarê xwendekarê bi navê Murad Hesen wiha got: "Ez pir ji zimanê xwe hez dikim û ez dest jê bernadim."

‘Di şexsê Sara de zarokatî, ziman, çand û gel hatin hedefgirtin’

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Kobanê Ebdulrezaq Mihemed got gund, dibistan û heta xwendekar tên hedefgirtin, armanc ji van êrîşan, hejandina ewlehiya herêmê û çandina tirsê di dilên zarokan de ye. Ebdulrezaq wiha domand: "Hedefgirtina Sarayê rastiya dagirkeriya Tirk xuya dike. Di şexsê wê de zarokatî, ziman, çand û gel hatin hedefgirtin."

Her wiha tevî dibistana gundê Til Fender ê rojavayê Girê Spî artêşa Tirk a dagirker dibistanên gundên Aşma, Kor Elî û Siftek ên rojavayê Kobanê kirin hedefa topbaranê.

Ebdulrezaq Mihemed bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ên ku li dijî tundiyê ne û zarokatî, ziman û çandê diparêzin, li hember êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir û ev bang li wan kir:”Ji bêdengiya xwe derkevin, helwestê nîşan bidin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bi dawî bikin û hedefgirtina sivîl û dibistanan qedexe bikin.”

(şx)

ANHA