Li Cerablûsa dagirkirî teqîn, birîndar hene

Erebeyeke bombebarkirî li pêşiya navenda qaşo”Polîsên Leşkerî” li bajarê Cerablûsê yê dagirkirî teqiya. Tê gotin birîndar hene.

Li Cerablûsa dagirkirî teqîn, birîndar hene
12 mijdar, 2018   11:20

MINBIC

Teqîn beriya niha bi nîv saetekê li nêzî mizgefta El-Hesen li pêşiya navenda qaşo “Polîsên Leşkerî” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Çavkaniyan eşkere kirin ku di encama teqînê de, 9 kes birîndar bûn. Lê nayê zanîn ku birîndar sivîl in yan jî leşker in.

Li gorî heman çavkaniyan navên birîndaran wiha ne: Fadî Ebd El-Mecîd(29), Îsa Mihemed(32), Cemal Hisên (28), Ebd El-Hadî Sabir(24), Mihemed El-Ferec(18), Ebd El-Ezîz El-Xidir, Mihemed Hindawî (34), Fereh Hindawî (18), Mihemed Receb.

(kc)

ANHA