Zewicandina zarokan karesateke civakî ye

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Navenda Jinolojî semînerek ji bo pêşxistina hişmendiyê der barê zewicandina zarokan û ziyanên wê de lidar xist.

Zewicandina zarokan karesateke civakî ye
Zewicandina zarokan karesateke civakî ye
12 mijdar, 2018   11:30

MINBIC

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Navenda Lêkolînan a Jinolojî der barê diyardeya zewicandina zarokan de semînerek organîze kir. Semîner li dibistana Zêdan El-Hinêzil a li ser riya Helebê hate lidar xistin. Di semînerê de endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Endamên Navenda Lêkolînan a Jinolojî û bi dehan xwendekarên jin amade bûn.

Di semînerê de Endama Navenda Lêkolînan a Jinolojî Sedîqa Xilo diyar kir ku zewicandina zarokan diyardeyeke paşverûtî ye û weke karîsetekê ye ku bandora xwe ya neyînî li giştî civakê dike. Sedîqa got ku ev diyar de destdirêjiya li dijî ciwanên temen biçûk e û ji perwerde û mafê xwe yê jiyana xwezayî bêpar dimînin.

Sedîqa Xilo di semînerê de behsa bandorên neyînî yên ji ber zewicandina zarokan kir û wiha got: "Zewaca di temenên bi çûk de destavêtina li laşê ciwanan e û ziyaneke derûnî bi jinan dibe."

Di dawiya semînerê de Sedîqa behsa derfetên çareserkirina vê pirsgirêkê kir û got ku divê hişmendiya welatiyan were pêşxistin da ku ziyanên ji ber zewicandina di temenên bi çûk de nas bikin.

ANHA