Malbatên şehîdan li dijî biryara Amerîkayê xwepêşandanek li dar xist

Malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li hemberî biryara Amerîkayê ya li dijî rayedarên tevgera azadiyê ya gelê Kurd xwepêşandanek li dar xist.

Malbatên şehîdan li dijî biryara Amerîkayê xwepêşandanek li dar xist
Malbatên şehîdan li dijî biryara Amerîkayê xwepêşandanek li dar xist
Malbatên şehîdan li dijî biryara Amerîkayê xwepêşandanek li dar xist
12 mijdar, 2018   11:15

QAMIŞLO

Di çarçoveya helwestên li hemberî biryara Amerîkayê ya li dijî rayedarên tevgera azadiyê de malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer xwepêşandanek li dar xist û biryara Amerîkayê şermezar kir.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên wekî "Biryara Amerîkayê komkujiyên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd rewa dikin" bilind kirin.

Xwepêşandêr li kolana sereke ya bajarokê Çilaxa kom bûn û dirûşmeyên li dijî biryara Amerîkayê qîriyan. Xwepêşandêr di nava kolanên bajarok re geriyan û li qada bajarok xwepêşandan veguherî kombûneke mezin. Li wir daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a girêdayî heman mijarê ji aliyê endama meclisê Şahînas Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara Amerîkayê ya der heqê rayedarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewletên sermayedar hewl didin fikra azad tune bikin da ku rê li pêşiya azadiya gelan bigirin û bang li gel û pêkhateyên herêmê hate kirin ku li dijî vê biryara Amerîkayê çalakiyan li dar bixin û vê biryarê şermezar bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de xwepêşandêran dirûşmeyên banga azadiya gelan dikin û biryara Amerîkayê şermezar dikin, qîriyan.

ANHA