Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne

Sûkên gelêrî yên gerok li gundewarên Reqayê taybetmendiyên xwe yên gelêrî hene. Wek mîrate ji şêniyên Reqayê re tê hesibandin. Ji ber erzaniya kelûpelan şênî berê xwe didin van sûkan.

Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
Sûkên gelêrî jêder û meqseda şêniyên Reqayê ne
12 mijdar, 2018   10:48

HEMÎD EL-ELÎ - HEMED EL-MISTEFA / REQA

Di van salên dawîn de diyardeya sûkên gelêrî li deverên cuda yên gundewarên Reqayê belav bûne. Her hefte di rojên diyar de li dar dikevin. Ev sûk wek sûkeke bedîl ji sûka sereke tê hesibandin û şênî ji deverên herêmê berê xwe didinê.

Li gorî nirxa madeyên li dikanan, buhayê kelûpelên sûkên gelêrî kêmtir in. Ji ber wê şênî her tim serdana sûkê dikin. Sûkên gelêrî li cuda dever û cihan li Reqa û gundên girêdayî wê tên birêxistinkirin. Sûka gundê Hezîme, Tişrîn, El-Ednaniyê, El-Qehtaniyê, El-Reşîd, El-Hîşe û El-Hews li gundewarê rojhilat, ji sûkên herî bi nav û deng in.

Bi sedan şêniyên Reqayê û gundewarên wê ji ber erzaniya kelûpelan berê xwe didin sûkên gelêrî û xwediyên bestan rojane ji cihekî diçin cihekî din.

Ev sûk dabeşî gelek beşan dibin; beşên sebze, cil, xwediyên sewalan, alavên malan û lîstokên zarokan û hemû daxwazên şêniyan lê tên peydakirin.

Têkildarî mijarê firoşkarê sewalan bi navê Ibrahîm El-Beşar wiha got: "Li sûkê ez sewalan difiroşim. Bi hatina zivistanê re karê me baş dibe. Ji ber ku sewal di zivistanê de zêde dibin. Nirxên firotina sewalan baş e û bi giştî buhayên kelûpelan li van bazaran kêm in."

Ibrahîm wiha domand: "Tevgera firotin û kirînê li van sûkan girêdayî buhayê mihan e. Eger xwestek lê zêde bû, tevgera sûkê zêde dibe û her çû xwestek kêm bû, tevgera firotinê kêm dibe."

Ji aliyê xwe ve firoşkarê biharatan Tariq Rêmo jî wiha axivî: "Rojane ez ji cihekî diçim cihekî din. Rewşa şêniyan gelekî xirab e. Tevî wêranbûna bajêr gelek şênî koçber bûne. Ji ber wê em madeyan dikirin û li gorî şêniyan û xwe difiroşin."

Piştî rizgarkirina Reqayê di pêngava Xezaba Firatê de ku QSD'ê ragihandibû û piştî serweriya ewlehî û aramiyê li bajêr, ev sûk ji nû ve di meha Çileya borî de hatin vekirin.

(şx)

ANHA