'Almanya û Yekitiya Ewropayê çeteyên li Idlibê fînanse dikin'

Malpereke Îranî li ser navê rojnameyên Ewropayê ragihand ku hikumeta Almanyayê û hin endamên din ên Yekitiya Ewropayê çeteyên li Idlibê fînanse dikin û diyar kir ku bêtirî 37 milyon euro bi rêya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji van komên çete re hatiye şandin.

'Almanya û Yekitiya Ewropayê çeteyên li Idlibê fînanse dikin'
12 mijdar, 2018   10:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Press a Îranê li ser navê rojnameya Tag Spiegel a Almanyayê ragihand ku hikumeta Almanyayê û hin dewletên din ên Ewropayê alîkariya komên çete yên li Idlibê dikin.

Li gorî raporeke rojnameya The Independent a Brîtanyayê herî hindik 37.5 milyon euro bi rêya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji komên çete yên li Idlibê re hatiye şandin.

Ev rapor piştî hevdîtina şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bi serokên Rûsya, Tirkiye û Fransayê li Stenbolê hate derxistin.

Enqere jî ji demeke dirêj e alîkariya van komên çete dike û hewl didin rêjîma Sûriyeyê hilweşînin û di nava wan koman de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û DAIŞ jî hene.

Almanyayê diyar kir ku di meha borî de bêtirî 100 leşkerên wan ku li Sûriye û Iraqê şer dikirin, vegeriyane.