Li Kabolê êrîşa xwekujî, qurbanî hene

Xwekujekî nêzî benda kontrolê ya nêzî dibistana Îstiqlal a amadehiyê ya li paytexta Afganistanê Kabolê xwe teqand. Hate ragihandin ku gelek qurbanî hene.

Li Kabolê êrîşa xwekujî, qurbanî hene
12 mijdar, 2018   10:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Afganistanê Kabolê êrîşeke xwekujî pêk hat. Çavkaniyên ajansa Spûtnîkê eşkere kirin ku di encama teqînê de qurbanî hene, lê belê hejmara wan ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî şerê dijwar ê di navbera hêzên ewlekariyê yên Afanistanê û endamên tevgera Talîbanê de û kuştina gelek endamên hêzên ewlekariyê, ev teqîn pêk hat.

(kc)