'Îran amade ye parastina keştiyên petrolê bike'

Fermandarekî leşkerî yê Îranê ragihand ku artêşa Îranê dê parastina keştiyên petrolê yên Îranê li hemberî gefan bike.

'Îran amade ye parastina keştiyên petrolê bike'
12 mijdar, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Îranê ISNA’yê li ser navê fermandarekî mezin ê leşkerî yê Îranê ragihand ku artêşa Îranê dikare parastina keştiyên petrolê (tanker) yên Îranê li hemberî gefan bike.

Li gorî ku ajansa Reutersê ji ajansa Îranê wergirtiye, cîgirê artêşa fermî ya Îranê Mehmûd Mûsewî gotiye ku artêşa Îranê ya deryayî dê parastina gemiyên petrolê yên Îranê bike.

Di hefteya borî de Amerîkayê dest bi pêkanîna qonaxa duyemîn a cezayên li ser Îranê kiribû.