Li El-Hudeydayê şerên giran: 150 kes hatin kuştin

Di şerê bidestxistina bajarê El-Hudeydayê de, di 24 saetên dawîn de derdora 150 sivîl, hêzên Hûsî û leşkerên artêşa Yemenê hatin kuştin.

Li El-Hudeydayê şerên giran: 150 kes hatin kuştin
12 mijdar, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê, çavkaniyekî leşkerî ragihand ku li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye, lê der barê çawaniya mirina wan de tu detay nehatin dayîn.

Çavkaniyên leşkerî jî ji nexweşxaneyên El-Hudeyda eşkere kir ku zêdetirî 110 endamên hêzên Hûsî û 32 endamên artêşa Yemenê di şerê şeva din li bereyên cuda yên El-Hudeydayê de hatine kuştin.

Li bajarê El-Hudeyda benderek heye ku wek deriyê sereke ji bo derbaskirina alîkariyê û xwarinê ji bo bi milyonên welatiyên Yemenê tê zanîn.

Ji sala 2014`an ve li Yemenê şer di navbera hêzên Hûsî û artêşa Yemenê de dest pê kir. Bi destwerdana Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Sûidî di Adara 2015`an de ji bo desteka artêşa Yemenê, şer li Yemenê gur bû.

(kc)