Malbatên şehîdên El-Kerama: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên herêma El-Kerama ya girêdayî Reqayê, sersaxî ji malbatên 14 şervanên QSD`ê re xwest ku di Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn.

Malbatên şehîdên El-Kerama: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Malbatên şehîdên El-Kerama: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Malbatên şehîdên El-Kerama: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Malbatên şehîdên El-Kerama: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
12 mijdar, 2018   09:45

REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan di merasîma oxirkirina şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, şehadeta 14 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di qonaxa dawîn ya pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, îlan kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên herêma El-Keramayê serdana malbatên şehîdên QSD`ê kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Şêniyên ku sersaxî xwest, teqez kirin ku şehîd sembola azadiya gelên xwe ne û ew ewlehî û jiyana birûmet ji gelê re xwe diafirînin. Her wiha malbatên şehîdan jî soza dewamkirina têkoşînê heta gihandina armancên şehîdan û têkoşîna li dijî terorê û tinekirina wan da.

Nasnameyên şehîdan wiha ne: Abdulrehman Abdulrezaq El-Nasir (Ebas), Ehmed Cas El-Xanim (Zagros), Basil Abdullah El-Nehar (Doxan), Uydî Abdullah El-Wehîd (Reşo El-Kerama), Mûsa Îbrahîm El-Şewan (Şiyar), Esaf Mûsa El-Xelîfe (Leşger), Fewaz Mihîdî El-Kelah (Cûdî), Ebd Îbrahîm Elf (Dijwar), Mehmûd Sûd El-Xanim (Sêf), Xelîl Mûsa El-Tirat (Reşo), Salim Silêman (Salim Tebqa), Elî Siwêdan (Elî), Hisên Abdullah (Hisên) û Hemîd Ekîlî (Ebû Egîd).

(kc)

ANHA