Li ser zimanê şahidan hin ji binpêkirinên dagirkeran

Bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê re di gundê xwe de asê ma. Ji wê demê ve heya derketina ji Efrînê rastî gelek binpêkirin û gefan hat. Apê Arif, yek ji şahidên kiryarên nemirovî yên dagirkeriya Tirk e.

Li ser zimanê şahidan hin ji binpêkirinên dagirkeran
12 mijdar, 2018   07:44

CAFER CAFO-ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrîşên hovane, kantona Efrînê dagir kir. Di encamê de dorpêçek li hindek gundan hate ferzkirin û gelek malbat nikarîn ji malên xwe derkevin. Heta niha malbatên ku li Efrînê mane rastî destdirêjiya dagirkeran tên.

Apê Arif Reşîd ji gundê Şêx Bilal ê girêdayî herêma Raco ye. Malbata apê Arif ji ber dorpêçê nikarî ji kantona Efrînê derkeve û bûn şahidê dagirkeriya artêşa Tirk.

Apê Arif Reşîd ê 71 salî wiha got: "Roja dagirkirina Efrînê em di gund de hatin dorpêçkirin. Em li gund man. Çeteyên artêşa Tirk hatin mala me û cihê zarokên min ji min pirsîn. Min jî ji wan re got, dema êrîş zêde bûn ew ji gund derketin û heta niha tiştekî der barê wan de nizanim."

Apê Arif ku di gundê xwe de asê dimîne, dibe şahidê binpêkirinên nemirovî yên der heqê şêniyên Efrînê de.

Li gorî gotinên apê Arif, çeteyan bi hinceta danûstandinên wî bi YPG'ê re hene, ew girtine. Apê Arif ku xwediyê hezar darên zeytûnê ye, ji ber gefên çeteyan nikariye biçe nava zeviyên xwe.

Her wiha çeteyan kurapê Arif bi hinceta danûstandina wî bi YPG'ê re girtiye. Lê piştî ku 150 hezar lîreyên Sûriyeyê dane, ew serbest hatiye berdan. Vê rewşê her berdewam kiriye û çeteyan bi hincetên cuda û ji bo ku fidye bistînin kurê wî jî girtine.

Apê Arif diyar kir ku çeteyan li ber çavên wî malê wî dizîne. Di encama van binpêkirinên nemirovî de rêwîtiya apê Arif dest pê dike. Destpêkê apê Arif tevî malbata xwe berê xwe daye Efrînê û ji Efrînê çûne Minbicê. Ji wir çûne Kobanê û paşê Qamişlo û bi rêya balafirê çûne Şamê. Piştre ji Şamê çûye Helebê û li wir 100 hezar lîreyên Sûriyeyê daye û di dawiyê de xwe gihandiye Til Rifatê li kantona Şehbayê.

Ruxmî lêçûna zêde, lê apê Arif bi gihaştina kantona Şehbayê kêfxweş e.

Ji aliyê xwe ve hevjîna apê Arif Suad Hebeş a 50 salî teqez kir ku çeteyan bi armanca ku ji malên xwe derkevin, her tim zordarî lê kirine. Di dawiyê de nexweş dikeve û wiha domand: "Her şev bi ser me de dihatin, em tewanbar dikirin ku em sîxuriya çeteyan dikin û agahiyên wan didin yekîneyên parastinê."

Dayika Sûad yek ji wan binpêkirinan bi bîr xist û wiha got: "Şevekê çete hatin û di destên wan de şûr hebûn û destên wan tijî xwîn bû. Gefa kuştinê li me xwarin û hejmara reketên nimêjê ji me pirs kirin û tede li hevserê min kirin."

Malbatê teqez kir ku ew ê li rex şêniyên Efrînê li ber xwe bidin û wê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

(şx)

ANHA