Ji bo piştgiriya aboriya jinan, berhevkirina hilberîna zêdetirî 200 daran

Meclisa Jinan a gundê El-Sefsaf a rojhilatê bajarê Tebqayê, dest bi berhevkirina hilberîna zeytûnan kir. Bi vê yekê, meclis hewl dide rêgeza xwetêrkirinê ji projeya Mala Mûnê re peyda bike. Her wiha Meclisa Jinan a Hinêde jî amadekariyên destpêkirina projeyeke çandiniyê dike.

Ji bo piştgiriya aboriya jinan, berhevkirina hilberîna zêdetirî 200 daran
Ji bo piştgiriya aboriya jinan, berhevkirina hilberîna zêdetirî 200 daran
Ji bo piştgiriya aboriya jinan, berhevkirina hilberîna zêdetirî 200 daran
Ji bo piştgiriya aboriya jinan, berhevkirina hilberîna zêdetirî 200 daran
Ji bo piştgiriya aboriya jinan, berhevkirina hilberîna zêdetirî 200 daran
12 mijdar, 2018   07:28

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Meclisa Jinan a gundê El-Sefsaf ji beriya salekê ve hatiye vekirin. Meclisê ji bo pêkanîna serxwebûna aboriya jinan û piştgiriya wê, 200 darên zeytûnê ku li qada meclisê hatibûn çandin ên ku ji ber dagirkirina DAIŞ û şerê li herêmê zuha bibûn, ji nû ve av da û sûd jê wergirt.

Beriya çend rojan meclisê dest bi berhevkirina hilberînê kir.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Meclisa Jinan Sumeya El-Mihemed teqez kir ku darên zeytûnê gelek ziyan dîtibûn lê bi vekirina meclisê û wek gaveke destpêkê û lezgîn, bi çavdêriya pisporan meclisê darên zeytûnê av da, semad û derman lê reşandin.

Bi dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê ya herêmê, stargeha şînatî hat paşguhkirin û bandoreke neyînî li rewşa herêmê kir û qadên şînkahiyê hatin kêmkirin. Para mezin a paşguhkirinê ya darên zeytûnê bû.

Bi armanca peydakirina rêgeza xwetêrkirinê ya aborî ji bo projeya Mala Mûnê ya ku beriya vê Meclisa Jinan a Tebqayê vekiribû, wê hilberîn radestî rêveberiya projeyê bike. Hilberîn wê dabeşî zeyt, zeytûna şîn, zeytûna reş (etûn) bibe û wê ji aliyê mala mûnê ve were firotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Jinan a gundê Hinêde amadekariyên destpêkirina yekemîn projeya xwe di warê çandiniyê de di zivistanê de dike. Di projeyê de wê sebzeyên wekî xes bêne çandin.

(şx)

ANHA