Beşa Biyolojiyê di Zanîngeha Kobanê de hate vekirin

Zanîngeha Kobanê 1’ê Mijdarê dest bi sala nû ya perwerdeyê kir. Îsal beşeke nû ango Beşa Biyolojiyê jî li beşên zanîngehê hate zêdekirin.

Beşa Biyolojiyê di Zanîngeha Kobanê de hate vekirin
Beşa Biyolojiyê di Zanîngeha Kobanê de hate vekirin
Beşa Biyolojiyê di Zanîngeha Kobanê de hate vekirin
Beşa Biyolojiyê di Zanîngeha Kobanê de hate vekirin
Beşa Biyolojiyê di Zanîngeha Kobanê de hate vekirin
12 mijdar, 2018   06:05

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê di 28'ê meha Tebaxê de dest bi qeydkirina navên şagirtan ji bo sala nû kir.   Qeydkirin di 27'ê Îlona 2018’an de bi dawî bû û 1'ê Mijdarê zanîngehê dest bi sala xwe ya nû kir.

Sala par hejmara şagirtan û kadroyan kêm bû, lê belê îsal hejmara şagirtan zêde bûye û zanîngehê ji bo ku tu pisgirêk ji şagirtan re dernekevin, kadroyên ku perwerdeyê bidin, amade kirin û beşên nû ji bo şagirtan vekirin.

Der barê destpêkirina sala nû de hevserokê zanîngehê Kemal Mehmûd Besrawî diyar kir ku li gorî sala par hejmara şagirtan îsal zêde bûye û wiha got: "Me hejmara kadroyên perwerdeyê îsal zêde kir, 3 kadroyên Fakulteya Zanistên Bingehîn û 3 kadroyên masterê, bi tevahî hejmara kadroyan niha di zanîngehê de nêzî 24'an e. Em hewl didin îsal kêmasî di zanîngehê de tune bin û di heman demê de li gorî derfetan beşên ku şagirt dixwazin, vekin."

Kemal Besrawî wiha axivî: "Em pir kêfxweş in ku ev derfet ji bo şagirtan hate avakirin. Sedema ku sala çûyî hejmara şagiran kêm bû, ew e ku hin ji şagirt ji gundan bûn û ji ber derfetên kêm şagirtan xwendina xwe berdewam nekir."

Besrawî diyar kir ku ne tenê şagirtên Kobanê dikarin cihê xwe di vê zanîngehê de bigirin, şagirtên hemû herêman dikanin cihê xwe di zanîngeha de bigirin, ji ber vê jî wê îsal cihê ku şagirt lê bimînin (wargeh) bidin avakirin. Besrawî diyar kir dê hewl bidin hemû pêdiviyên şagirtan bi cih bikin û cihê xwe hinekî fireh bikin.

Beşên nû yên zanîngehê

Sala çûyî bi tenê beşên fizîk, kîmya û bîrkarî di Fakulteya Zanistên Bingehîn de û Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hebûn. Lê îsal hin beşên din lê hatine zêdekirin, wek biyolojiyê ku di Fakulteya Zanistên Bingehîn de hate vekirin. Her wiha Beşa Ziman û Wêjeya Erebî dihate payîn ku li bajarê Girê spî bihata vekirin, lê ji ber ku kadroyên ku perwerdeyê bidin kêm in, îsal li bajarê Girê Spî nehat vekirin.

Yek ji xwendekarên zanîngehê bi navê Emkîm Mihemed, kêfxweşiya xwe ji bo xwendina zanîngehê li bajarê Kobanê anî ziman û wiha got: "Berê, kesên ku dixwest bixwînin zehmetî didîtin, ji ber ku zanîngeh li bajarê me tune bû, bi taybetî jî jinan dema ku dixwest xwendina xwe ta dawiyê berdewam bikirana û derbasî zanîngehê bibin, nikaribû ji ber derfetên kêm biçin zanîngeh û akademiyan ."

ANHA