Rejîma Îranê dîsa êrîşî kolberan kir: 1 kuştî, 2 birîndar

Hêzên rejîma Îranê dîsa li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li du cihên cûda êrîşê kolberan kirin.  Di encamê de li Merîwan û Urmiyê kolberek jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê dîsa êrîşî kolberan kir: 1 kuştî, 2 birîndar
12 mijdar, 2018   07:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyeke Kolbernews’ê duh kolberê bi navê Xalib Kuyik yê ji gundê Dizewin yê bajarê Merîwanê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hate kuştin.

Li gorî heman nûçeyê cenazeyê Xalib ji bo teşhîsê birine Tiba Edlî ya Merîwanê û ji wir jî radestê malbatê kirine.

Li Mirgewer û Selmasa ser bi Urmiyê jî li du cihên cûda kolber bûn hedefa hêzên rejîmê. Di encama herdu êrîşan de 2 kolberên bi navê Mahîr Şînî (28) yê xelkê Mirgewer ya Urmiyeyê û Mihemed Welîpur yê ji bajaroka Şipîran a Selmasê birîndar bûn.