QSD‘ê du dewreyên perwerdeyê vekirin

Akademiyên leşkerî yên QSD‘ê bi tevlêbûna bi dehan ciwanên Dêrazorê du dewreyên perwerdeyê yên sûiqast û çekên navîn vekirin.

QSD‘ê du dewreyên perwerdeyê vekirin
11 mijdar, 2018   18:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Zinar bi telêbûna bi dehan ciwanên Dêrazorê dewreyeke pewerdeyê bi navê "Şehîd Ûdey Şedadê" vekir. Li Akademiya Şehîd Xelef jî bi navê "Şehîd Xelîl El-Hecîn" dewreyeke perwerdeyê li ser sûiqast û çekên navîn hate vekirin.

Tê payîn ku dewreyên li herdu akademiyan 45 rojan berdewam bike.

Li gel perwerdeyê leşkerî dê waneyên bîrdozî jî bêne dayîn.

Hejmarek ji fermandarên QSD‘ê beşdarî merasîmê vekirina dewreyan bûn.

Merasîm bi turaneke leşkerî dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD‘ê Ednan Efrîn vekirina dewriyan li şervanan pîroz kirin û tekezî li ser girîngiya perwerdeyên leşkerî ji bo parastina herêmên ji xeteriyan kir.

Şervanên tev li dewreyê bûne sûnda leşkerî xwarin.

ANHA