Diya Mazlûm Dogan, Kebîre Dogan rehmet kir

Diya kadroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan, Kebîre Dogan a 94 salî rehmet kir.

Diya Mazlûm Dogan, Kebîre Dogan rehmet kir
11 mijdar, 2018   19:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Kebîre Dogan a 94 salî ji ber nexweşiyan ji demeke dirêj ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Depê ya Xarpêtê tedawî dibû, rehmet kir.

Diya kadroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan, Kebîre Dogan ew ê roja Sêşemê li gundê Temanê yê mezraya Gomanê ya Mazgirta Dêrsimê were veşartin.