Li Afganistanê şer: Bi dehan kes mirin

Li Eyaleta Gaznî ya navenda Afganistanê tê îdiakirin ku di çend rojên dawî de şerên etnîk tê kirin.

Li Afganistanê şer: Bi dehan kes mirin
11 mijdar, 2018   17:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedaran di şer de 15 sivîl û 10 çekdarên milîsên Şîî yên li dijî Talîbanan mirine.

Piştî çalakiya li navçeya Cagurî ya ku koma Şîî yên bi navê Hazara lê hene, ji Çarşema borî û heta niha şer hene.

Hikumeta Afganistanê ji bo xurtkirina milîsên herêmî, yekîne şand ji herêmê re.

Berdevkê polîsan Ehmet Han Sirat diyar kir ku 6 peywirdarên ewlehiyê, 15 sivîl û 10 milîs mirine.

Talîbanê li eyaleta Baglanê ya li bakurê welat êrîş pêk anî. Li gorî walîtiya eyaletê di navbera hêzên ewlehiyê û sivîlan de 14 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Talîbanê Zabûhûllah Mucahîd jî got ku 37 endamên hêzêne ewlekariya

Afganistanê mirine û di baregeheke leşkerî de 5 bendên kontrolê hatine desteserkirin.

Li aliyekî şer didome û li aliyê din jî nûnerê taybet ê DYE’yê Zakmay Halîlzad ji bo ku Talîbanê tev li  muzakereyên çareseriya siyasî bike, planên hevdîtinên nû dike.