‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘

Endamê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Qamişlo got: "Gelê herêmê amade ne bersiva her êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Dagirkeriya Tirkiyê û hevalbendên wê ku hewl didin herêmê ber bi tehlukiyê ve bibin wê nikarin îradeya gelê berxwedêr bişkîne."

‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘
‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘
‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘
‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘
‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘
‘Gelê herêmê amade ne bersiva her xeteriyan bidin‘
11 mijdar, 2018   17:34

QAMIŞLO

Bi armanca nirxandina geşedanên dawî li herêmê civîneke li bajaroka Ceza ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo hat lidarxistin. Endamê Meclisa Kantona Qamişlo, Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef, Hevserokê bajarokê Cezayê Elwan Xezal, endamên PYD û bi sedan şêniyên bajarokê di civînê de beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif geşedanên siyasî ku li herêmê rû dide nirxand.

Yûsif di destpêka axaftinên xwe de bal kişand li ser êrîşê Tirkiyê yên li hemberî Bakurê Sûriyê û diyar kir ku gelê herêmê ji her êrîş û gefan re amade ne bersivê bidin û ev tişt got: "Yên li pişperdeyê hewl didin herêmê ber bi tehluke û ne rihetiyê ve dibin. Gefên wan dê îradeya me ya têkoşîna azadiyê neşkîne."

Mezlûm di berdewama nirxandinên xwe de, destnîşan kir ku armancên dewletên herêmî yên ku berjewendiyên xwe di Sûriyê de dibînin temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin û projeya demokratîk a ku li herêmê hatiye rûniştandin  têk bibinû got hebûna hêzên derve yên li Sûriyê ne ji berjewendiyên gelê Sûriyê ye.

Yûsif, anî ziman DAIŞ‘ê dê beriya 2019‘an bi dawî bibe û wiha domand: "Piştî bidawîbûna DAIŞ‘ê de nîqaşên berfireh di navbera aliyên Sûrî bêne kirin. Heya niha projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan çareseriya herî guncaw a li ser maseyan diyalogan e. Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyê wekî berê amade ye bi hikûmeta Sûriyê ya li Şamê diyalogan bike."

Civîn bi nîqaş û bersivan pirsan bi dawî bû.

ANHA