‘Biryara Amerîkayê berdewama komploya li ser Ocalan e’

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê û herêma Serêkaniyê got biryara Amerîkayê der barê pêşengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê de berdewama komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û tekez kir ku gelê Kurd dê her tim xwedî îradeyeke xurt be.

‘Biryara Amerîkayê berdewama komploya li ser Ocalan e’
11 mijdar, 2018   13:07

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê û herêma Serêkaniyê yên kantona Hesekê der barê biryara Amerîkayê li dijî pêşengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê de ku dê pereyan bide kesên ku cihê wan diyar bike, 2 daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Dirbêsiyê ji aliyê endamê meclisê Hindiya Bekir ve li pêşiya navenda meclisê hate xwendin. Endamên meclis, saziyên navçeyê û bi dehan malbatên şehîdan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Her wiha daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê jî ji aliyê endamê meclisê Elî Ferhan ve li Salona Şehîdan a Serêkaniyê hate xwendin. Bi sedan endamên meclisan, komîn û malbatên şehîdan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di her du daxuyaniyan de hate gotin ku hêzên desthilatdar bi hemû şêwazan desthilatdariya xwe li ser hemû civakan ferz kiriye, îradeya wan ji wan standiye, hemû civak bûye esîrê siyasetên wan û armanca wan ew e ku îradeya gel bişikînin.

Her wiha hate gotin ku bi pêşketina teknîk û demê re dagirkeran hemû wesîleyên teknîkê xistin bin dagirkeriya xwe da ku karibin civakê vala bikin û wan bikin wekî pêlîstokan di destê hêzên desthilatdar de. Di berdewama daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd jî bû qurbaniyê hevpeyamanên di navbera hêzên navdewletî de, îradeya gelê Kurd tu carî naşikê, tevî hemû zehmetiyan çanda xwe ji qirkirinê parast.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku di sala 1999`an de bi hevkariya 14 dewletan komployek li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û dîl hate girtin, ji wan werê ku bi dîlgirtina Ocalan dê tevgera rizgarkirinê tune bibe. Lê Ocalan di çend salên dawîn de îsbat kir ku îradeya gelan kesayeta wî mezintir kir û xwe li ser fikr û felsefeya wî mezin kirin, li vê derê dijmin nas kir ku bi dîlgirtina Ocalan re hêz û îradeya gelê şoreşger zêdetir bû û li pey şopa şehîdên xwe meşiyan. Herî dawî jî Amerîkayê biryar derxist ku kesê cihê pêşengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê diyar bikin dê pereyan bide wan.

Her wiha di her du daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku baweriya wan bi serkeftinê heye, serkeftin a gel e, dê her tim xwediyê îradeyê bin û li hember siyasetên Amerîkayê li dijî pêşengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê û sembolên berxwedanê dê li ber xwe bidin.

Her du daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û “Şehîd namirin” bi dawî bûn.

(bx)

ANHA