Otobusên nû ji bo veguhastina hundirîn gihaştin Reqayê

Şaredariya Gel a Reqayê 10 otobusên nû ji bo veguhastina di nava bajar de, ji Meclisa Sivîl a Reqayê wergirtin.

Otobusên nû ji bo veguhastina hundirîn gihaştin Reqayê
Otobusên nû ji bo veguhastina hundirîn gihaştin Reqayê
Otobusên nû ji bo veguhastina hundirîn gihaştin Reqayê
Otobusên nû ji bo veguhastina hundirîn gihaştin Reqayê
Otobusên nû ji bo veguhastina hundirîn gihaştin Reqayê
11 mijdar, 2018   12:56

REQA

Bi armanca meşandina karên şêniyan û hêsankirina veguhastina di nava bajarê Reqayê de, îro Meclisa Sivîl a Reqayê 10 heb otobusên hundirîn ji Şaredariya Gel a Reqayê re bi rê kirin.

Otobus 45 kesan hiltînin û li gorî ku Şaredariya Gel diyar kiriye, dê nirxê wê jî 50 lîreyên Sûriyeyê be.

Berpirsê geraca Şaredariya Gel Esed Mistefa got ji bo xizmeta şêniyan wan otobus anîne. Mistefa destnîşan kir ku dê otobus li ser 3 yan 4 xetan bigerin, di nav de hemû bajarê Reqayê û hin gundên derdora bajêr.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Reqayê cara yekemîn 13 otobus wergirtin û niha hejmara giştî bûye 23 otobus.

(jo)

ANHA