Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest

Bı dirûşmeya “Dest bi dest ji bo azadiya serok rabin ser pêyan” bi sedan xwendekarên dibistanên bajarê Helebê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest.

Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
Xwendekarên Helebê azadiya Ocalan xwest
11 mijdar, 2018   13:49

HELEB

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist.

Xwendekar, nûnerên saziyên sivîl ên taxê, her wiha mamoste û bi dehan şênî beşdarî meşê bûn.

Xwendekaran di meşê de wêneyên Ocalan, alên Komîteya Civaka Demokratîk û pankartên bi nivîsên "Hikumeta faşîst a Erdogan hilweşe”, “Girtina serok girtina mirovahiyê ye”, “Soz didin em ê Efrînê rizgar bikin" hildan.

Meşê ji pêşiya Dibistana Alan Mihemed dest pê kir, li kolanên giştî geriya û ber bi Qada Şehîd Destîna ve çû. Li wir Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk daxuyaniyek ji raya giştî re bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê xwendekar Rodî Hemo û Cîhan Ebdo ve pêşkêş kir. Daxuyanî wiha ye:

"Em komployên qirêjî der heqê rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan de şermezar dikin. Ew rêberê mezin ji bo azadiya me û nexşandina nexşeya jiyanê xwe feda kir, her tim rastî bi me dida şîrovekirin û pêşerojeke azad ji me re neqişand."

Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku ew ê her tim li ser fikra Ocalan bin, heta ku aştî li her derê bê belav kirin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveberiyê Kongreya Star Sîham Bîlal wiha got: "Em çi qas bikin, em heqê Ocalan nadin." Sîham destnîşan kir ku wê jin her tim li ser rêya berxwedan û têkoşînê bin heta ku dighîjin azadiya Ocalan.

Gelek kesên ku beşdarî meşê bûbûn, tecrîd şermezar kir û hêvî kir ku di demeke nêz de Efrîn rizgar bibe.

Meş bi dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.

(jo)

ANHA