Di teqîna mayinekê de zarokekî Efrînî jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna mayina ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Til Qerah ê girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê de, zarokê bi navê Cimo Omer Ebdo jiyana xwe ji dest da.

Di teqîna mayinekê de zarokekî Efrînî jiyana xwe ji dest da
11 mijdar, 2018   11:32

ŞEHBA

Dema ku zarokê bi navê Cimo Omer Ebdo (12) li derdora mala xwe dilîst, mayineke ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê çandibû, bi wî ve teqiya. Cimo Omer Ebdo di cih de jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê Cimo Omer Ebdo ji şêniyên herêma Berad a girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û bi malbata xwe re berê xwe da herêmên Şehbayê û li gundê Til Qerah bi cih bû.

(jo)

ANHA