Li Yemenê 61 leşker û endamên Hûsiyan hatin kuştin

Li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê şerekî giran di navbera artêşa Yemenê û hêzên Hûsiyan de rû da, di encamê de ji her du aliyan 52 kes hatin kuştin û di şerê li Tezê de jî 9 leşkerên hêzên Yemenê hatin kuştin.

Li Yemenê 61 leşker û endamên Hûsiyan hatin kuştin
11 mijdar, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê li bajarê El-Hudeyda diyar kir ku di 24 seatên dawî de 43 endamên Hûsiyan û 9 leşkerên Yemenê di encama şerên giran de hatine kuştin.

Çavkaniyekî din da zanîn ku cenazeyên 9 leşkerên din ên hêzên Yemenê ji Midûriyeta El-Mexa li parêzgeha Tez a Yemenê hatine kuştin û bi vê yekê hejmara kuştiyan digihîje 61`yan. Her wiha bi dehan birîndarên hêzên Hûsiyan çêbûn û ew rakirin nexweşxaneyên Senaa û Îbê.

Şeva çûyî hêzên Yemenê nexweşxaneya herî mezin li bajarê El-Hudeyde "Nexweşxaneya 22 Mayo" kontrol kir.

Ji aliyê siyasî ve jî serokê Meclisa Payebilind a Hûsiyan biryarek derxist ku Dêfellah El-Şamî bibe wezîrê ragihandinê.

Li gorî El-Mesîra Netê ragihandiye, wezîrê ragihandinê û berdevkê hikumeta `Înqaz El-Wetenî` ya li Senaa Ebdulselam Cabir, gihîşt paytexta Siûdiyê Riyadê û tê destnîşankirin ku dê bi rêya kongreyeke çapemeniyê ji hikumetê veqete.

Beriya niha hêzên Hûsiyan êrîşî mala Ebdulselam Cabir a li Senaa kiribû da ku wî bigirin û nehêlin tev li hêzên Yemenê bibe.

(jo)