Koordînasyona Kongreya Star ya Hesekê êrîşên dagirkeran şermezar kirin

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Hesekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê şeremzar kirin û tekez kir ku armanca wan ew e ku projeya demokratîk têk bibin. Her wiha kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li dijî jinan şermezar kirin.

Koordînasyona Kongreya Star ya Hesekê êrîşên dagirkeran şermezar kirin
11 mijdar, 2018   11:18

HESEKÊ

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Hesekê bi daxuyaniyekê kiryar û hovîtiyên ku dixwazin îradeya jinan bişikînin, şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a navçeya El-Şerqiye ya bajarê Hesekê Sewsen Elêwî ve li Navenda Çand û Hunerê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji ber rewşên Sûriyeyê bi giştî û Bakurê Sûriyeyê bi taybet, rêxistinên terorî kiryarên hovane û tevlihevî li Sûriyeyê belav kirine. Di çarçoveya parastina mafên jinan û rizgarkirina wan ji hemû cureyên tundiyê de, gelek xebat hatin meşandin û di nav şoreşa Rojava de e xebat bi ser dikevin.

Em wek rêveberiya navçeya El-Şerqiye ya herêma Hesekê kiryar û hovîtiya li dijî jinan şermezar dikin. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst herêm dagir kir, jin rastî qetilkirin, firotin, tecawizkirin, recm û revandinê hatin.

Her wiha em bi tundî kiryarên dagirkeran li ser gelê Efrînê û êrîşên herî dawî li ser Girê Spî û Kobanê jî şermezar dikin. Armanca êrîşên dagirkeran ew e ku projeya demokratîk, biratiya gelan û jiyana pevre li herêmê têk bibin."

(bx)

ANHA