Bidawîkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê bibîranîn

Bi boneya salvegera sed saliya agirbestê ku dawî li Şerê Cîhanê yê Yekemîn anî, serok û rayedarên 70 dewletan li paytexta Fransa Parîsê kom bûn da ku salvegerê bi bîr bînin.

Bidawîkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê bibîranîn
11 mijdar, 2018   09:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan serok û rayedarên cîhanê berê xwe didin Koşka Elîze (Palais de l'Élysée) ya serokatiya Fransayê û li vir ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve tên pêşwazîkirin.

Di nava beşdaran de serokê Amerîkayê Donald Trump, serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn, şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho û hevpîşeyê wî yê Kanadayê Justin Trudeau û paşayê Mexribê Mihemedê Şeşemîn jî hene.

Tê payîn ku ev serok û rayedar piştre berê xwe bidin Kevana Serkeftinê ya li kolana Şanzelîzeyê ya navdar ku di bin wê de gora leşkerê nenas hatiye avakirin û tê de agirek hatiye dadan ku nehatiye vemirandin da ku şerê ku di encamê de 18 milyon kes mirine neyê jibîrkirin.

Di merasîmê de şagirtên dibistanên amadeyî bi zimanê fransî, ingilîzî û almanî şehadetên ku hin leşkeran di 11'ê Mijdara 1918'an de nivîsandine, dê bixwînin. Bi berdewama agirbestê re tank û top li eniya rojavayî saet di 11:00'an de di 11'ê Mijdara 1918'an de bê deng bûn û bidawîkirina şer hate ragihandin.

Piştî nîvro Macron pêşwaziya Dîdargeha Parîsê ya Aştiyê ya yekemîn dike ku bi rêya wî rêbazên piralî yên ewlehiyê û desthilatdariyê tên meşandin da ku ji şaşiyên ku bûne sedema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dûr bikevin.

Şerê Cîhanê yê Yekemîn yek ji şerên xwîndar di dîrokê de ye û di encamê de siyasetên Ewropayê û pêkhatebûna wê ya niştecihbûnê ji nû ve hatin hûnandin. Lê aştiyê gelekî dirêj nekir û piştî 20 salan Almanyaya Nazî êrîşî cîranên xwe kir û bû destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn.

ANHA