Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê careke din aloz bûn. Washingtonê dewriyeyên xwe bi QSD'ê re li ser sînor dane meşandin û çavdêran wek hişyariyeke ji Enqereyê re bi nav kir. Çalakiya avakirina hikumeta Iraqî dîsa asteng bû, li Hudeydayê Yemenê şer giran dibe.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî
11 mijdar, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de behsa gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê û girêdayî wê tevgerên Amerîkayê, astenkirina avakirina hikûma Iraqê û şerê li Yemenê.

El-Heyat: Enqere hebûna Amerîkayê paşguh dike û topbarana herêmên Kurdan didomîne

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakurê Sûriyeyê kir û got ku Enqere dewriyeyên Amerîkayê li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê paşguh dike û topbarana xwe li dijî herêmên rojhilatê çemê Firatê didomîne. Hin agahî hatin belavkirin ku Tirkiyeyê bi sedan endamên tabûrên ku alîkariya xwe ji wê digirin ji bo li dijî herêmên Kurdan şer bikin, amade dike.

El-Ereb: Enqere daxwaza xwe ya guhertina helwesta Washingtonê ji Kurdên Sûriyeyê winda kir

Rojnameyan di vê hefteyê de her wiha behsa helwesta Amerîkayê li hemberî gefên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê kir. Rojnameya El-Ereb li ser navê siyasetmedarên Kurd diyar kir ku başbûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê ku bi pêkanîna hevpeymana Minbicê û serbestberdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson hatibû ravekirin û di encamê de cezayên di navbera her du welatan de hatin betalkirin û careke din ev têkilî ji ber ku Amerîka bi alîkariya Kurdên Sûriyeyê ve girêdayî ma, aloz dibin.

Rojnameyê da zanîn ku di van rojên dawî de dijberiyên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî Yekîneyên Parastina Gel li rojhilatê Firatê kêm bûye. Çavdêran ev yek bi meşandina dewriyeyên Amerîkayê li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de girê dan. Amerîkayê piştrast kir ku destdirêjiya li herêma di bin serweriya wê de ye, xeta sor e. 

Şerq El-Ewsat: Ji hevpeymana Sochi ve dijwartirîn şer li Bakurrojavayê Sûriyê derket

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şer û topbarana berdewam a li devera bê-çek ku Tirkiye û Rûsya li ser wê li hevkiribûn kir. Rojnameyê diyar kir ku herî hindik 30 alîgirên rêjîmê û û endamên tabûrên opozîsyonê di şerê Hema û Idlibê de hatin kuştin. Hate gotin ku ji hevpeymana Sochi ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de dijwartirîn şer bû.

El-Ereb: Parastina hevpeymana Idlibê pêwîstiyeke Rûsya û Tirkiyê ye û berûvajî berjewendiya Îranê di Sûriyeyê de ye

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb diyar kir ku Ceyş El-Izze Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê tewanbar dike ku ew li paş vê êrîşê ne û metirsî hene ku Îran dixwaze rewşa li Sûriyê dijwartir bike, nemaze piştî zextên Amerîka ku li ser Îranê tên meşandin.

Evan binpêkirin diyar dike ku rêjîm naxwaze hevpeymana Idlibê pêk were û Îran jî ku ne aliyekî hevpeymanê ye hevkariya wê di vî alî de dike û berûvajî nêrîna Rûsya û Tirkiyê ye ku israr dikin ku hevpeymana Idlibê biparêzin tevî hemû astengiyên ku rastî pêkanîna wê tên.

El-Heyat: QSD'ê fermandarekî DAIŞ'î girt û êrîşeke xwekujî şikand

Girîdayî mijareke din a Sûriyê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di daxuyaniyeke xwe de gotiye yekîneyeke wan şeva pêncşemê bi hevkariya balefirên Koalîsyona Navnetewî karibû fermandarekî DAIŞ'î di çalakiyeke taybet de li nêzî bajarê Reqayê bigirin.

El-Heyat: Girêka Kurdan têkiliya di navbera Washington û Enqereyê de aloz dike

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û diyar kir ku piştî ku Amerîka û hêzên kurdî dewriyeyên hevbeş li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dane meşandin têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de careke din aloz bûn. Tirkiyeyê topbarana xwe li dijî herêmên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandin.

Girêdayî mijara êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê rojnameya El-Ereb behsa meşandina dewriyeyên Amerîka li sînorê Bakurê Sûriyeyû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo rêgirtina li pêşiya êrîşên Tirkiye li dijî Kurdan Amerîka dewriyeyên xwe li bakurê Sûriyeyê dide meşandin."

Der barê rewşa li parêzgeha Idlibê de rojnameya El-Heyat behsa binpêkirina hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li devera bêçek a Idlibê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şam rêxistinên terorîst bi binpêkirina agirbesta li Idlibê tewanbar dike".

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyan behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikumetê kir. Rojnameya El-Ereb jî behsa astengiyên li pêşiya avakirina hikumetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Avakirina hikumeta Iraqê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin."

Rojnameya El-Heyat jî behsa derengxistina dengdayîna parlemanê li ser navên namzetên wezaretan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dengdayîna ji bo namzetên wezaretên di hikumeta Ebid El-Muhdî de mane, hate derengxistin."

Rojnameya El-Heyat behsa xwepêşandanên nû li parêzgeha El-Besra ya başûrê Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên daxwazmendiyê li Besra dîsa derketin".

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê li bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa Yemenê li ser hesabê Hosiyan pêşveçêna xwe li El-Hudeyda didomîne".

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa leşkerî li bajarê El-Hudeyda kir û manêşteke xwe wiha bi nav kir: "Devera eniya pêşên di navbera hêzên Yemenê û Hosiyan de hildiweşe û vegerandina El-Hudeyda nêzîk bûye."

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah hevkarê xwe Ewn di çareserkirina girêka Sunniyên 8'ê Adarê de berpirsyar dibîne." Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî di cih de nemaye. Berî jî banga rûniştina parlemanê dike."

Rojnameya El-Heyat jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hevgirtina Ewn û Herîrî 'Sunniyên 8'ê Adarê' û Hizubllah li çareseriyê dipirse û pêşniyar nake."

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de rojnameya El-Heyat behsa destpêkirina pêkanîna hevpeymana Hemas û Îsraîlê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xeza li gorî 'aramî li hemberî xwarinê' tevdigere û  desthilatdariya Filistînê lomeyan ji Hemas dike"

Rojnameya El-Ereb jî behsa kirediya Qeterê ji Filistînê re kir da ku mûçeyên karmendên Xezayê bêne dayîn û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pereyên Qeterê Hemas parast û barê Ebas giran kir".

Tirkiyê

Der barê mijarên Tirkiyê de jî rojnameya El-Ereb behsa durûtiya serokê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Nehûm Çomiskî; Erdogan dîktatorekî durûyî ye".