11 jin bi kooperatîfa jeneratorê feydeyê didin civakê

Jina ku bi hezaran sal e ji keda wê ango ji aboriya civakê hatiye dûrxistin, di Şoreşa Rojava de bingeha jiyaneke nû diavêje. Mînakeke vê jî, 11 jinan li Serêkaniyê kooperatîfeke jeneratoran ava kiriye û feydeyê didin civakê.

11 jin bi kooperatîfa jeneratorê feydeyê didin civakê
11 mijdar, 2018   06:10

BÊRÎTAN MEDUSA- SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Ekonomî gotineke bi yewnanî ye. Ji du gotinan pêk tê; oikianomos; oikia tê wateya (mal), nomos jî tê wateya (zagon). Yanî bi hev re tên wateya zagonên malê. Ji serdemên Paleolotîk, Mezolotîk û Neolotîk malbat li derdora jinan kom dibûn û zagonên malê ji aliyê jinan ve dihatin danîn. Çandinî, kedîkirina lawiran, parvekirina kedê û hwd. Yanî ekonomi (aborî) berhemên jinan bûn. Piştî împaratoriyên hişmendiya baviksalariyê hatin avakirin, hêdî hêdî jin ji ekonomiyê hat dûrxistin. Her wiha jin kirin parçeyeke kirîn û firotinê heya roja me ya îroyîn.

Piştî împaratoriyên baviksalar, sîstema feodal jî heman tişt li ser jinan da ferzkirin û sîstema herî xedar a ku niha dixwaze hemû cîhanê bigire nava pawanên (monopol) xwe, sîstema kapîtalîst ku jin xistin amûra kirîn û firotinê.

Her çendî şoreşên sosyalîst, antîkapîtalîst serî rakirin jî, hebûna jinan tê de cih negirt. Jixwe ew şoreş bi ser jî neketin.

Îro li Bakurê Suriyeyê û Rojava, bi Şoreşa Rojava re bingehê zivirîna jinan ji bo birêvebirina ekonomiyê tê avêtin. Şoreşa Rojava ku wek “şoreşa jinan” tê binavkirin, bingeha zivirîna jinan li jiyanê diavêje. Saziyên jinan di nava şoreşê de tên avakirin û yek ji van saziyan jî Komîteya Aboriya Xweser a girêdayî Kongreya Star e. Li tevahî bajarên Bakurê Suriyeyê, di bin sîwana Kongreya Star de derfet ji bo aboriya jinan tên afirandin. Kursên terzîxane, kooperatîf, perwerdeyên tenduristî hatin vekirin, jin di saziyan de bi cih kirin û hwd.

Yek ji van bajaran jî Serêkaniyê ye. Ev du sal e komîteya aboriya xweser li Serêkaniyê hatiye vekirin.

‘Her çendî kêm be jî me gaveke girîng avêt’

Berdevka Aboriya Xweser Gulîstan Evdikê li ser kar û xebatên saziyê agahî dan me. Gulîstan diyar kir ku aborî yek ji xalên bingehîn ên kar û xebatên Kongreya Star e û wiha got: “Ji bo jin bikaribin dîsa li jiyanê vegerin, divê keda xwe tev li aboriyê bikin. Ev gav ji bo civakê pir nû ye, ji ber ku bi hezaran sal e aborî bi zilaman ve hatiye girêdan û nasandin. Ji bo ku em dîsa li jinan vegerînin, demeke dirêj pêwîst e. Her çendî heta niha kêm jî be, me pêngaveke mezin avêtiye.”

‘Divê em bi jinan bidin fêmkirin ku aborî keda wan e’

Gulîstan destnîşan kir ku yek ji xalên bingehîn ku ew girîngiyê didine, sîstema kooperatîfan e, ji bo jiyaneke hevbeş û wekhev. Gulîstan da zanîn ku li Serêkaniyê 3 koperafîtên xweser hene, yek ya çandiniyê, 2 jî yên pîşesaziyê. Gulîstan got  kooperatîfeke bazirganî jî hebû, lê ji ber ku baş bi kêr nehat, wan ew da rawestandin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Hem gel kooperatîf baş fêm nekiriye, hem jî jin xwe ji aboriyê didin paş. Ji ber ku ew bi hezaran sal e ji dîroka xwe, ji rastiya xwe ji keda xwe hatine dûrxistin. Divê em yekem bi jinan bidin fêmkirin ku aborî aîdê wan e û keda wan e.”

Me wek nûçegihanên ajansa Hawarê serdana Kooperatîfa Xweser a Jeneratoran a Şehîd Feraşîn kir.

Ev salek e jenerator hatiye kirîn. Jenerator li taxa Mihetê hatiye danîn. Jenerator 900 amper e û kehrebe  dide 400 malan. Cenetor ji saet 13.00’an heya 16.00’an tê pêxistin. Ji 16.00’an heya 21.00’an kehrebeya giştî tê. Ji 21.00’an dîsa jenerator kehrebê dide heya 01.00’an.

‘Ya girîng ew e ku êdî em destê xwe li ber kesî venekin’

Endama kooperatîfê Şemsa Fehed Emîn diyar kir ku destpêkê ew 7 kes bûn û tenê yek jin bû û wiha axivî: “Me hêdî hêdî endam hemû kirin jin. Em niha 11 jin in. Ji ber ku divê jin vegerin aboriyê. Kooperatîf karekî pir baş e, em wek hev qezenc dikin. Ya herî giring jî ew e ku êdî em destê xwe li ber tu zilaman venekin û muhtacî wan nebin.”

ANHA