ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.11.2018
11 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-TEV-DEM‘ê têkidarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînekê li Hola Şehîdan a bajarê Serêkaniyê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî meşekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG‘ê Ehmed Hacirî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan vedişêrin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherib Bersum got, nêzîkaniya Amerîkayê ya der heqê pêşengên Kurd helwesta Tirkiyê ya înkarkirina gelê herêmê bi hêz dike û tekez kir ku pêwîste Amerîka li piştgiriya gel bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sîham Qeryo destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên xwe yên dawî li dijî Bakurê Sûriyê dirêjkirina temenê DAIŞ li herêmê ye û têbirina projeya Netewa Demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got, gelê herêmê bi xaka xwe ve girêdayî ye û dê destur nekin ku Tirkiyê derbasî herêmê bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê careke din aloz bûn. Washingtonê dewriyeyên xwe bi QSD'ê re li ser sînor dane meşandin û çavdêran wek hişyariyeke ji Enqereyê re bi nav kir. Çalakiya avakirina hikumeta Iraqî dîsa asteng bû. Li Hudeydaya Yemenê şer giran e. (BI WÊNE).

JIN

 -Li kantona Hesekê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê sê civîn ji aliyê Kongreya Star ve têne lidarxistin, saet 10:00.

-Ciwana bi navê Fatima El-Silêman piştî demekê careke din li hopyaya xwe peykersaziyê vedigere û wekî serkeftinekê dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jina ku bi hezaran sal e ji keda wê ango ji aboriya civakê hatiye dûrxistin, di Şoreşa Rojava de bingeha jiyaneke nû diavêje. Mînakeke vê jî, 11 jinan li Serêkaniyê kooperatîfeke jeneratoran ava kiriye û feydeyê didin civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyê bi navê Ednan Îsa ji beriya 10 salan ve mêşên hingiv xwedî dike ku ev kar wekî hobiyekê dibîne. Ednan bi 5 şaneyan destpê kiribû û niha xwediyê 10 şaneyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi destpêkirina çinîna hilberîna garis li rojhilatê gundewarê Reqayê, bazirganan dest bi keysbaziya nirxa kirîna hilberînê kirin heta gihaşt radeya herî kêm. Ji ber wê cotkar bi gilî û gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kampên Şehbayê her yek bi şêwazê xwe li hemberî şertên zehmet têkoşînê dike, hin bi xwendinê, hin bi çalakiyên piştgiriya Berxwedana Serdemê û hin din jî bi pîşeya xwe, hemû jî di vegera li Efrînê bi îsrar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di gel paşguhkirina rêxistinên mirovî de koçberên kampa Eyn Îsayê di metirsiyê de ne ku trajîdiya zivistana derbasbûyî de dûbare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA