Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk qediya

4‘emîn Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk bi biryarên girîng û pejirandina rêziknameyê bi dawî bû.

Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk qediya
Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk qediya
Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk qediya
Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk qediya
Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk qediya
10 mijdar, 2018   20:32

QAMIŞLO

Konferansa 4`emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk bi amadebûna bi dehan akademîsyen û rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê dest pê kir. Konferans bi dirûşma “Bi perwerdeyeke zanistî ber bi civakên azad ve” li Akademiya Şehîd Yekta Herkol a li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo  hat lidar xist.

Xebatên konferansê bi nîşandana senevîzyoneke der barê xebatên akademiyan de, xwendina rapora du salan a akademiyan pêk dihat.

Li gorî raporê; zêdeyî 600 dewreyên perwerdeyê ji bo zêdeyî 15 kesî re hatin vekirin.

Di konferansê de, her wiha rapora kar û xebatên akademiyan, çawaniya derbaskirina kêmasiyan û mekanîzmeya pêşxistina karê akademiyan hatin nîqaşkirin.

Di nirxandinan de girîngiya zêdekirina hevkariya di navbea komîn û akademiyan de  hate kirin. Her wiha kar û xebatên akademiyên Efrînê li Şehbayê hatin nirxandin. Hate gotin ku hewcedariya herêmên nû hatin rizgarkirin bi pewerdeyê heye.

Piştî nirxandina rapora kar û xebatê rêzikname hate xwendin û pejirandin.

Konferans bi biryaran bi dawî bûn.  Ji wan Akademiyên Civaka Demokratîk sîwana hemû akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, akademiyên xebatên xwe li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe.

ANHA