Li Silûkê mayînek teqiya, ziyanên madî çêbûn

Beriya çend kêliyan mayînek li navçeya Silûkê teqiya û ziyanên madî çêbûn.

Li Silûkê mayînek teqiya, ziyanên madî çêbûn
10 mijdar, 2018   20:56

GIRÊ SPÎ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, beriya çend kêliyan mayînek li navenda navçeya Silûkê nêzî dukaneke veguhestina pereyan teqiya. Ji ber teqînê tenê ziyanên madî çêbûn.

Sedema teqînê nehate nasîkirin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn cihê teqînê dorpêç kirin û lêpirsîn dane destpêkirin.

ANHA