Li Helebê Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê yekemîn akademiya perwerdeya jinan bi navê 'Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad" bi merasîmekê hat vekirin.

Li Helebê Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin
Li Helebê Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin
Li Helebê Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin
Li Helebê Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin
Li Helebê Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin
10 mijdar, 2018   17:21

HELEB

Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad ji aliyê rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hate vekirin.

Akademî dikeve beşê rojavayê taxê. Bi dehan jinên taxê beşdarî merasîmê vekirina akademiyê bûn.

Merasîmê vekirina akademiyê  bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin ji aliyê endamên rêveber ên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Heyfa Hesen û Delal Keno hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina akademiyê li hemû jinan hate pîrozkirin û girîngiya perwerdeyê di xurtkirina rola jinan hemû waran de hate destnîşakirin.

Her wiha bang li jinan hate kirin ku tev li dewreyên perwerdeyê yên ku akademiyê bibin.

Piştî bidawîbûna axaftinan deriyên akademiyê ji aliyê hin hevjînên şehîdan ve hate vekirin.

(şx)

ANHA