'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘

Di civînekê de rewşa siyasî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê re hate şîrovekirin. Hate gotin, yê ku li welatparêziyê digere divê tevahî Sûriyê biparêze.

'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘
'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘
'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘
'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘
'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘
'Yê ku li welatparêziyê digere, divê Sûriyê biparêze‘
10 mijdar, 2018   16:54

QAMIŞLO

Civîn li dibistana bajarokê Til Ehmed ê navçeya Tirbespiyê bi amadebûna bi dehan kesî, tevî endamên Partiya Yekitiya Demokratîk, hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Rojîn Ehmed hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê cîgira hevserokatiya Meclisa Kanota Qamişlo Rojîn Ehmed geşedanên siyasî yên dawî bi taybet li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî şîrove kir û got: "Dewletên serdest dixwazin berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bînin,  ji ber ku Sûriyê xwedî cihekê stratîjiyeke siyasî li Rojhilata Navîn e."

Rojîn Ehmed wiha domand: "Civînên derve yên ku bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, rastiya xwe ne ji bo çareserkirinê ye, lê belê ji bo parvekirina berjewendiyan li ser hesabê gelê Sûriyê ye. Di civînên ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê neyên beşdarkirin de wê ti encam negere. Çareserî tenê bi rêya danûstaninên navxweyî pêkan e."

Di civînê de hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso axivî û got: "Dema em bixwazin xwe nasbikin, divê em vegerin dîrokê, ji ber ku dîrok careke din xwe dûbare dike."

Di berdewama gotinên xwe de Hiso destnîşan kir ku Tirkiye parçeyên mezin ji Sûriyê dagir dike. Deshilatdariya ku rêjîma Sûriyê behsa wê dike li ku derê ye? Çima dagirkeriyê bi dawî nake? Çima dagirkeran ji xaka Sûriyê naqewitîne?.

Hiso behsa têgeha welatpariyê li gorî û rêjîma Sûriyê û Tirkiyê Têkildarî kir û diyar kir û got yên ku li welatparêziyê digirin divê parastina tevehiya Sûriyê bikin, ji ber ku Sûriye yek welat e.

Di dawiya civînê de beşdaran nêrîn û pirsên xwe gotin. Li ser pirsa bêdengiya dewletên mezin a li hemberî êrîşên Tirkiyê, endamên dîwanê anîn ziman ku dewletên mezin li pey berjewendiyên xwe dikevin, lewra bêdeng.

(şx)

ANHA