Li hemberî tundiyê banga yekitiyê hate kirin

Rêxistina Kongreya Star a Serêkaniyê bang li hemû jinan kirin ku hembereî tundiyê yekitiya xwe ava bikin.

Li hemberî tundiyê banga yekitiyê hate kirin
10 mijdar, 2018   15:59

HESEKÊ

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Serêkaniyê ya bajarê Hesekê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser jinan daxuyanî dan.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan li hola Kafêterya Mîtan hate xwendin.

Daxuyanî ji hêla endama Kongreya Star Hemrîn Salih ve hate xwendin.

Hemîr Salih got: "Tundiya li dijî jinan ji doz û pirsgirêkên civakî ku gelek nîqaş li ser tê kirin. Di dema niha de gelek civakên cîhanê bi taybet dewletên cîhanê yên sêyemîn vê pirsgirêkê jiyan dikin. Gelek sedem dihêlin ku ev pirsgirêk derkeve û mezin bibe. Hedefgirtin û tundiya li ser jinan re  bandorek neyînî li civakê  dike, hem di aliyê exlaqî de û him jî aliyê dirûnî de.

Ji ber ku ev diyarde cîhanî ye, divê bi rêya bicihanîna qanûnên navdewletî û zêdekirina pêngavaên piştgiriya jinan rê li ber vê diyardeyê were girtin û sûcdarên wê werin darizandin. Di heman demê de pêwîste piştgriya tevgerên jinan û tevgerên ku li dijî vê diyardeyê tê dikoşin bê kirin da ku pêşî li ber bazirganiya li ser bedena jinan û revandina wan werin girtin. Ev yek bi rêya peydakirina derfetên jiyanê ji aliyê aborî û civakî ve bê kirin. Eger jin bê pelçiqandin wê demê civak paşde diçe. Her çiqas jin azad be wê demê civak hêza xwe ji jinê digire û armancên xwe bi dest dixe. Lê rola sereke di şikandina vê tundiyê ya jinê bi xwe ye. Divê jin tundiyê red bike. Eger red kir wê demê gavek mezin di rêya rakirina kabûsa tundiyê li ser sîngê civaka mirovahiy radibe.

Em weke Kongreya Star bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li hember hemû şêwazên tundiyê û êşkencekirinê li dijî jinan bisekinin û yekitiya xwe ava bikin."

Piştî xwendina daxuyanî û şûnda dirûşmeyên  "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

(şx)

ANHA