Bi merasîmekê nasnameyê şehîdan hatin eşkerekirin

Li Hesekê bi merasîmekê nasnameya 10 şehîdan hatin eşkerekirin.

Bi merasîmekê nasnameyê şehîdan hatin eşkerekirin
Bi merasîmekê nasnameyê şehîdan hatin eşkerekirin
Bi merasîmekê nasnameyê şehîdan hatin eşkerekirin
Bi merasîmekê nasnameyê şehîdan hatin eşkerekirin
Bi merasîmekê nasnameyê şehîdan hatin eşkerekirin
10 mijdar, 2018   15:20

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi maresîmekê li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê nasnameya 8 şervanên Şerê Tinekirina Terorê û 2 gerîlayên HPG‘ê eşkere kir.

Bi sedan şêniyên gund û bajarê Hesekê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û toraneke leşkerî ji hêle  YPG, YPJ'ê û Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

Piştre bi navê  Meclisa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û behsa fedekariya şehîdan kir. Her wiha tekez kir ku şehîdan ji bo azadî û rumeta gelên herêmê yên canê xwe feda kirin.

Paşê bi navê hêzên leşkerî ji fermendarên YPG‘ê Ziyab Hesekê axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatên wan kir.

Nasnemeyên 8 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne wiha ne: Ebdulsemed El-Elî (Egîd), Beşar El-Leylî (Sîwar Hesekê), Hisên Xelûf(Muhîb Hesekê), Şaban Mihemed (Esed) , Ebdulqadir Xidir (Qiwetlî), Besil Ebdulhisên (Rênas), Ebdulrezaq El-Qidir (Xebat Hesekê), Nebîl Salih (Ciwan Hesekê).

Nasnameyên herdu gerîlayên HPG‘ê wiha ne: Xalid Oso ( Xalid) û Ebdulbasit El-Ebdo (Sabir Hisên).

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û soza sekinandina li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(şx)

ANHA