Di bombebaranê de 6 leşkerên hêzên rêjîmê hatin kuştin

Di bombebarana çeteyên Tirkiyê li ser parêzgeha Heleb, Hema û Laziqiyê de, 6 leşkerên hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

Di bombebaranê de 6 leşkerên hêzên rêjîmê hatin kuştin
10 mijdar, 2018   12:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku Spûtînik raghandiye, Wezareta Parastinê ya Rûsya diyar kir ku  6 endamên hêzên rêjîma Sûriyê hatine kuştin û 5 kes di bombebarana çeteyan li ser parêzgeha Heleb, Hema û Laziqiyê de, birîndar bûne.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsya de wiha hate gotin "Di 24 saetên dawî de aliyê Rûsî di komîteya agirbesta Rûsî – Tirkî de li Sûriyê dît ku 9 caran gule hatine avêtin, li Hemayê 4, carekê li Laziqiyê û 4 caran li Helebê, di encamê de 6 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 5 birîndar bûne."

Li herêma bêçek, şeva Pêncşem û Înê li herêma El-Letmanê li gundên bakûrê Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Tirkiyê de rû da û 22 çeteyên Ceyîş El-Ize yên Tirkiyê hatin kuştin.

(jo)