Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Li devera bê-çek a Idlibê şer giran rû da û dibe ku bibe destpêka çalakiya leşkerî piştî ku Tirkiye di pêkanîna bendên hevpeymanê de têk çû tevî ku Rûsya hêjî girêdayî hevpeymanê ye. Tevgera Hemas û Îsraîl di bin navê aramî li hemberî xwarinê dest bi pêkanîna li hevkirinên ne rasterast kirin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
10 mijdar, 2018   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa devera bê-çek a Idlibê û pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî DAIŞ'ê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşên Filistîn, Îraq û Yemenê û behsa lehiyên barana li Urdunê kirin.

Şerq El-Ewsat: Ji hevpeymana Soçî ve dijwartirîn şer li Bakurrojavayê Sûriyê derket

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şer û topbarana berdewam a li devera bê-çek ku Tirkiye û Rûsya li ser wê li hevkiribûn kir. Rojnameyê diyar kir ku herî hindik 30 alîgirên rêjîmê û û endamên tabûrên opozîsyonê di şerê Hema û Idlibê de hatin kuştin. Hate gotin ku ji hevpeymana Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de dijwartirîn şer bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rêjîmê şeva pêncşem û înê li dijî baregeha tabûra Cêş El-Izze ya li devera El-Letamîne ya gundewarê bakurê Hemayê kir û di encamê de şerekî dijwar rû da û şer di seranserî şevê de dom kir. Di şer de 23 endamên Cêş El-Izze hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn. Fermandarê leşkerî yê Eniya Niştimanî ya Rizgariyê ku Cêş El-Izze beşekî ji wê ye piştrast kir ku 23 endamên Cêş El-Izze hatine kuştin û hejmarekî din birîndar bûye û 7 êrîşkarên ji Hizbullah a Lubnanê û Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê û endamên Dîfah El-Wetenî (parastina niştimanî) hatine kuştin.

El-Ereb: Parastina hevpeymana Idlibê pêwîstiyeke Rûsya û Tirkiyê ye û berûvajî berjewendiya Îranê di Sûriyeyê de ye

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb diyar kir ku Cêş El-Izze Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê tewanbar dike ku ew li paş vê êrîşê ne û metirsî hene ku Îran dixwaze rewşa li Sûriyê dijwartir bike, nemaze piştî zextên Amerîka ku li ser Îranê tên meşandin.

Evan binpêkirin diyar dike ku rêjîm naxwaze hevpeymana Idlibê pêk were û Îran jî ku ne aliyekî hevpeymanê ye hevkariya wê di vî alî de dike û berûvajî nêrîna Rûsya û Tirkiyê ye ku israr dikin ku hevpeymana Idlibê biparêzin tevî hemû astengiyên ku rastî pêkanîna wê tên.

Rûsya jî hevpeymana Idlibê weke destpêka lihevkirina siyasî di Sûriyê de dibîne û di vê çarçoveyê de neçar ma muhleta vekişandina tabûrên cîhadîst li devera bê-çek dirêj bike û li gorî daxwaza Tirkiyê tevbigere. Diviyabû leşkerên cîhadîst heta 15 Cotmehê de vekişiyana, lê ragihandina Rûsya û Tiriye ku hevpeyman tê pêkanîn weke muhleteke nû ji van tabûran re hate nasîn û di serî de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra).

El-Heyat: QSD'ê fermandarekî DAIŞ'î girt û êrîşeke xwekujî şikand

Girîdayî mijareke din a Sûriyê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di daxuyaniyeke xwe de gotiye yekîneyeke wan şeva pêncşemê bi hevkariya balefirên Koalîsyona Navnetewî karibû fermandarekî DAIŞ'î di çalakiyeke taybet de li nêzî bajarê Reqayê bigirin.

Di daxuyaniyeke din a QSD'ê de hate piştrastkirin ku şerê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li eniya bajaroka Hecîn a rojhilatê Firatê berdewam e û ragihand ku balefirên Koalîsyona Navnetewî 11 êrîşên ezmanî li dijî baregehên DAIŞ'ê pêk anîn û di encamê de gelek rêyên ku çeteyan bi kar dianîn hatin hilweşandin. Her wiha 4 tirimpêlên leşkerî, û 3 baregeh hatin rûxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên QSD'ê êrîşeke xwekujî ku çeteyan hewl didan di nava şervanên QSD'ê de biteqîne hate rûxandin û çeteyên têde jî hatin kuştin.

Urdun

Der barê baran û lehiyên li Urdunê rû dane de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku di encama lehiyan de kuştî û windahî û birîndar çêbêne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dîsa lehî li Urdunê rû dan.. û li başûr û nîvê welat qurbanî çêbûn".

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de rojnameya El-Heyat behsa destpêkirina pêkanîna hevpeymana Hemas û Îsraîlê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xeza li gorî 'aramî li hemberî xwarinê' tevdigere û  desthilatdariya Filistînê lomeyan ji Hemas dike"

Rojnameya El-Ereb jî behsa kirediya Qeterê ji Filistînê re kir da ku mûçeyên karmendên Xezayê bêne dayîn û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pereyên Qeterê Hemas parast û barê Ebas giran kir".

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Heyat behsa xwepêşandanên nû li parêzgeha El-Besra ya başûrê Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên daxwazmendiyê li Besra dîsa derketin".

Îran

Der barê cezayên Amerîka li ser Îranê rojnameya El-Ereb ragihand ku çavkaniyên siyasî li Bexdayê pêşniyar kirin ku bankên Dewha bikar bînin da ku li paş cezayên Amerîka li ser Îranê bizîvirin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Qeter bikaranîna bankên xwe pêşniyarî Îraqê dike da ku xwe ji cezayên li ser Îranê biparêzin."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa şerê li bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa Yemenê li ser hesabê Hosiyan pêşveçêna xwe li El-Hudeyda didomîne".

Tirkiye

Der barê mijarên Tirkiyê de jî rojnameya El-Ereb behsa durûtiya serokê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Nehûm Çomiskî; Erdogan dîktatorekî durûyî ye".