4`emîn konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir

Konferansa 4`emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk bi amadebûna bi dehan akademîsyen û rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

4`emîn konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir
10 mijdar, 2018   08:44

QAMIŞLO

Konferans bi dirûşma “Bi perwerdeyeke zanistî ber bi civakên azad ve” li Akademiya Şehîd Yekta Herkol a li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo dest pê kir.

Her wiha li cihê konferansê pankartên “Avakirina zîhniyetiya Neteweya Demokratîk çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e”, “Jina perwerdekirî tê wateya welatê azad”, “Akademî cewhera naveroka mirovahiyê ne” hatin daliqandin.

Konferans bi axaftinan didome.

(kc)

ANHA