Li Şehbayê berxwedêrekî kal ê Efrînê

Ruxmî temenê xwe yê mezin solên kevn nû dike. 6 saetan bê navber ji bo peydakirina debara malbata xwe dixebite. Cemîl Reşîd wiha dibêje: "Ji bo alîkariya şêniyên Efrînê ez kar dikim, ji ber ku em ê vegerin ser xaka xwe ya pîroz û em ê dagirkeran biqewirînin."

Li Şehbayê berxwedêrekî kal ê Efrînê
Li Şehbayê berxwedêrekî kal ê Efrînê
Li Şehbayê berxwedêrekî kal ê Efrînê
Li Şehbayê berxwedêrekî kal ê Efrînê
10 mijdar, 2018   09:02

CAFER CAFO-ŞERVÎN MISTEFA / ŞEHBA

Her malbateke Efrînê çîrokeke xwe ya berxwedanê heye. Dibe ku naverokên wan yek bin. Lê her malbatek bi şêwaza xwe li ber xwe dide.

Şêniyên Efrînê di 18'ê Adarê de di encama dagirkirina Efrînê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe dan kantona Şehbayê, ji ber ku ji bajarê wan re nêzîk e.

Malbata Reşîd Cemîl yek ji hezarên malbatên Efrînê ye ku li Şehbayê bi cih bûne. Cemîl tevî hevser û keça xwe ji gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabatayê ya kantona Efrînê derketin.

Cemîl xwediyê 300 darên zeytûnê ye. Mîna gelek şêniyên Efrînê di zeviyan de dixebite û debara xwe jê peyda dike. Piştî dagirkirina Efrînê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker milkên wî desteser kirin û hilberîna zeytûnê dizîn û darên wî qut kirin. Tu rê li gel şêniyan ji bo peydakirina qûta xwe ji bilî berxwedanê nema.

Cemîl 68 salî ye. Bê kar rûniştiye. Ji ber ku nikare karekî din bike, niha solan sererast dike weke gavek ji bo alîkariya şêniyên Efrînê yên li kampê dimînin.

Cemîl rojane 6 saetan dixebite. Li cihekî li nêzî kampan rûdine û şênî solên xwe li gel wî çêdikin. Ji bo her soleke zarokan 200 û her soleke mezinan 400 lîreyên Sûriyeyê werdigire. Li gorî solên ku çêdike rojane hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê werdigire.

Apê Cemîl bi vegera Efrîn bawer e û wiha dibêje: "Erê, erê helbet em ê vegerin. Em nahêlin dagirker li ser xaka me ya pîroz bimînin."

Di dawiyê de Cemîl Reşîd wiha dibêje: "Min ev kar li Efrînê nedikir. Lê ji bo Efrînê ez ê her tiştekî bikim, da ku ji cîhanê re îsbat bikim ku em gelekî berxwedêr in."

(şx)

ANHA