Li Efrînê çeteyan pîrejinek xeniqand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî pere û zêrên jineke temenmezin a 80 salî dizîn, ew xeniqand.

Li Efrînê çeteyan pîrejinek xeniqand
10 mijdar, 2018   08:24

EFRÎN

Kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der barê gelê Efrînê de didomin. Li gorî çavkaniyeke herêmî ji Efrînê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din bi ser mala welatiyê bi navê Nezmî Seyd Mihemed a li gundê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrawa de girt û malbat bi kuştinê tehdîd kir.

Çavkanî destnîşan kir ku komeke çeteyan dema ku zarokên malbatê nehiştin ku çete mal û milkên wan bidizin, çeteyan ew girê dan û li wan xistin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku çeteyan dayika Nezmî Seydo ya bi navê Ayişe Henan a 80 salî girê da û hemû pere û zêrên wê dizîn, paşê jî ew xeniqandin heta ku jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adara 2018`an ve zêdetirî 2 hezar û 500 sivîl revandine û çarenûsa 850 sivîlan ji wan heta niha ne diyar e.

(bx)

ANHA