Balafiran çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê bombebaran dikin

Balafirên şer cihên çeteyên DAIŞ'ê yên li çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê ya Mûsilê bombebaran dikin.

Balafiran çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê bombebaran dikin
10 mijdar, 2018   07:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer ji saet 08.00'an ve  cihê çeteyên DAIŞ'ê yên li çiyayaê Qereçox a navçeya Mexmûrê ya Mûsilê bombebaran dikin.

Heta niha nayê zanîn balafir ên koalîsyona navneteweyî ne yan jî yên Iraqê ne.

Bombebaran berdewam dike.