Receb El-Muşrif: Îsal dê tu xwendekar bê perwerde nemînin

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku materyalên dibistanan hatine peydakirin û got îsal dê tu xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par nemînin.

Receb El-Muşrif: Îsal dê tu xwendekar bê perwerde nemînin
10 mijdar, 2018   07:42

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Receb El-Muşrif ji ajansa me re xebatên desteyê ji bo bilindkirina asta warê perwerdeyê li herêmê eşkere kirin.

El-Muşrif destnîşan kir ku desteyê materyal ji hemû xwendekarên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyda kirine û ew ê li herêmên ku bi hewcedariya hejmarek zêde ne, belav bikin. Her wiha El-Muşerif diyar kir ku niha deste bi rêya werşeyên girêdayî wê ji bo restorekirina 15 hezar daniştokan xebat dide meşandin. Ev xebat heta temamkirina pêdiviyên dibistanan dê bidome. Her wiha dê daniştokan li ser dibistanên ku herî zêde bi hewcedariyê ne, belav bike.

Têkildarî restorekirina dibistanên ku hatine wêrankirin, El-Muşerif destnîşan kir ku niha ji bo restorekirina 15 dibistan jê 7 li Reqa, 2 li Tebqa û 6 li Dêrazorê dixebitin. Ev xebat ji bo pêşwazîkirina xwendekaran bi taybet piştî vegera hejmareke mezin ji şêniyan tê meşandin.

Di berdewama gotinên xwe de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê pesna keda Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê ji bo vekirina dibistanan li deverên ku nû hatine rizgarkirin, kir.

Di dawiya gotinên xwe de El-Muşrif soz da şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wê tu xwendekar bê perwerde nemînin.

Piştî çend mehan ji rizgarkirinê li bajarên Tebqa û Reqayê gelek dibistan hatin vekirin û li Dêrazorê hewldanên vekirina dibistanan li deverên ku nû hatine rizgarkirin, didomin.

(şx)

ANHA