Li Qamişlo mînakeke jiyana hevpar

Li dikana xwe ya ku herî kevn li bajarê Qamişlo tê hesibandin Kerem Munîr Qewas bi rûyekî biken rûdine û henekan bi rêwiyan re dike. Qewas dibêje: "Em bi hev re li ser bingeha dildariyê didin û distînin, ne li ser bingehên olî yan mezhebî."

Li Qamişlo mînakeke jiyana hevpar
Li Qamişlo mînakeke jiyana hevpar
Li Qamişlo mînakeke jiyana hevpar
10 mijdar, 2018   07:35

MÛRADA KENDA - CÎNAV HESEN / QAMIŞLO

Bapîrê Kerem Munîr Qewas ji komkujiyên Osmaniyan a ku li ser Ermen û Suryanan di sala 1918'an pêk hatiye, ji Tirkiyeyê reviyaye û li Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi cih bûye. Pîşeya bapîrê xwe dike ku di komkujiyê de hatiye kuştin. Di sala 1972'yan de hatiye Qamişloyê û ji biçûkahiya xwe ve tevî bavê xwe di sûka cihûyan de ku bi navê Sûka Ezra tê naskirin, li bajarê Qamişlo kar dike.

Bapîrê Kerem Munîr Qewas piştî rêzekomkujiyên ku Osmaniyan der heqê Ermen û Suryanan de salên 1915-1917'an pêk anîne, ji Tirkiyê koçber bûye û li Amûdê bi cih bûye. Ev komkujî bi navê Qirkirina Ermeniyan, an jî Sûcê Herî Mezin tê naskirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi zanebûn dewleta Osmaniyan der heqê Ermeniyan de komkujî pêk anî. Her wiha Komkujiya Sêfo ku bi navê Komkujiya Aşûrî yan jî Suryaniyan tê zanîn, pêk anîn.

Piraniya Ermen, Suryan û Êzidiyan reviyan û li herêma Cizîrê nêzî sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û li bajarên wekî Amûdê, Dirbesiyê û Qamişloyê bi cih bûn. Kesên ku ji komkujiyan reviyane, pîşeyên xwe berdewam kirine.

Suryan û Ermen ser gelek qonaxan li Qamişlo bi cih bûn

Kerem Munîr Qewas ev zêdetirî 40 salan e li sûka Cihûyan (Ezra) li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê di pîşeya gulavgehiyê (bijîşkiya gihayan) de dixebite. Sûk navê xwe ji kesekî Cihû bi navê Ezra girtiye. Ezra ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di dema Komkujiya Ermeniyan de reviyaye û li Qamişlo bi cih bûye.

Di sala 1945'an de bi sedan Suryanî ji navçeya Midyatê ya Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zora dewleta Tirk reviyan û li sûka Qamişlo cih bûne. Di pîşeya gulavgehiyê de kar kirine û hindek alavên wekî pîvana zeytê bi pêş xistine.

Qewas sedemên komkujiyên ku der heqê Ermen, Suryan û Êzidiyan de pêk hatine vegotin. Qewas destnîşan kir ku wê demê dewleta Tirk hevalbendê dewleta Alman bûye. Di wê demê de bi hinceta ku têkiliyek di navbera Ermen û Rûsan de heye dewleta Tirk komkujî der heqê Ermen û Suryanan de pêk anî.

Kerem Qewas wiha domand: "Cihûyên ku li herêma Mêrdînê li bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê diman, ji tirsa komkujiyan reviyan bajarê Qamişlo, di nav de Ezra hebûye ku sûk pê hatiye binavkirin."

Qewas destnîşan kir ku gelê Suryan û Ermen kîn û dijminatî bi kesekî re nekirine. Ji ber ku dewleta Osmanî komkujî pêk anî û kesên ku ev sûc pêk anîne hatibûn erkdarkirin û wiha domand: "Em kesên sûcdar dibexşînin lê em komkujiyan ji bîr nakin."

Têkildarî berxwedana Ermen û Suryanan li hemberî komkujiyan, Qewas diyar kir ku li gorî kalên wan ji wan re vegotine, Ermen û Suryanên ku li çiyayê Tor Silêman bi cih bûne ji komkujiyê filitîn û Ermenên ku li bajarê Midyatê û Azeqê diman li ber xwe dan û nehiştin komkujî der heqê Ermenên her du bajaran de pêk were."

Kerem Munîr Qewas li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Tevî malbata xwe di sala 1972'yan de li bajarê Qamişlo bi cih bû. Qewas diyar kir ku heta niha di pîşeya kalê xwe de dixebite. Qewas nivîşka Erebî, zeyt û zeytûn, sabûn û hingiv û dermanan ku ji gihayan çêdike, difroşe.

Heta niha çîrokên ku ji kal û bavê xwe bihîstine têkildarî binpêkirinên dewleta Osmanî der heqê Ermen û Suryan de tên bîra Qewas û wiha dibêje: "Tu ferq û cudahî di navbera dewleta Osmanî û dewleta Tirk a nûjen tune ye."

Girêdayî komkujiyên ku hîna jî dewleta Tirk di dema niha de pêk tîne, Qewas texmîn kir ku sedema sereke, paşketin û tundrewiya olî ya ku dewleta Tirk li ser dimeşe û wiha domand: "Tirkiye hîna jî şêwaza berê bi kar tîne. Bi gelan re li ser bingeha ol û nîjadê danûstandinan dike."

Qewas destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêbazên nû û bi rêya koman an jî kesan komkujiyan pêk tîne da ku sûcên xwe ji raya giştî veşêre. Qewas mînakeke zindî ji van komkujiyan anî ziman û wiha got: "Guneha gelê Êzidî çi ye? Hîna jî rastî komkujî û qirkirinan tê. Gelo ev ne di encama tundrewî û paşketina olî de ye?"

Tirkiye dewleteke timaker e û belavkirina gelan armanc dike

Girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Kerem Munîr Qewas diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke timaker e û timayên wê li erdnîgariya Sûriyeyê hene. Qewas wiha domand: "Gelo çima êrîşî Efrînê kir? Êrîş kir ji bo dest deyne ser xêr û berekata wê û şêniyên wê belav bike û erdnîgariya wê dagir bike. Ka ez ji we re mînakeke zindî bibêjim; dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Xabûr li herêma Cizîrê kirin, gelo ne ji bo heman sedemî bû? Êrîş ji bo belavkirina gelê Suryan bû û hilweşandina tevna civakê bû."

Girêdayî rewşa Suryanan li herêma Cizîrê, Qewas diyar kir ku li bajarê Qamişlo ew di nav aramî û ewlehiyê de ne û wiha dewam kir: "Li ser bingeha dildarî em bi hev re didin û distînin, ne li ser bingehên olî û mezhebî. Niha li gel min karkerekî Kurd û misilman ji 35 salan ve dixebite. Ev rêbaza jiyana me li herêmê ye."

Di berdewama gotinên xwe de Qewas destnîşan kir ku Kurd, Ereb, Suryan û Misilman bi hev re li bajarê Qamişlo li ser bingeha biratiyê û dildariyê dijîn.

Xwediyên dikanên Sûka Ezra Qewas wek serokê Yekitiya Gulavgehan hilbijartine. Li ser vê mijarê Qewas ev tişt anî ziman: "Ev îsbat dike ku tu cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye. Ji ber tecrubeyên min di vî warî de ez hatim hilbijartin, ne li ser kok, an jî nîjad û yan jî ol."

Kerem Munîr Qewas bavê 3 keç û xortekî ye. Bi aştî li bajarê Qamişlo jiyana xwe didomîne. Rojane berê xwe dide dikana ku ji dikanên destpêkê li bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Di dikanê de wêneyê bavê bapîrê xwe ku ji hêla Osmaniyan ve hatiye kuştin, daliqandiye. Piraniya xelkên bajêr nas dike û şîretan li muşteriyan dike.

(şx)

ANHA