NÇÊ`yê biryara DYA ya li dijî pêşengên Kurd şermezar kir

NÇÊ’yê bi daxuyaniyekê biryara DYA ya li dijî pêşengên Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan şermezar kir.

NÇÊ`yê biryara DYA ya li dijî pêşengên Kurd şermezar kir
10 mijdar, 2018   07:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) daxuyaniyek da û biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser sê têkoşerên Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Kayayilan şermezar kir û biryara DYA’yê weke bêrêziya li dijî vîna gelê Kurd nîşan da.

NÇÊ da xuyakirin ku nabe ti caran xebat û têkoşîna gelê Kurd bi kiryarên terorîstan re bibe yek.

Navenda Çanda Êzidxanê bibîr xist ku PKK, ji bo parstina mafê gelê Kurd têdikoşe, ji bo vê ye divê gelê Kurd li vîna xwe xwedî derkeve.

Her wiha NÇÊ bang kir ku divê hemû qad bibin qadên serhildanê.