QSD`ê yek ji serçeteyên DAIŞ`ê li derdora Reqayê girt

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê eşkere kir ku di ecama çalakiyeke taybet de, yek ji fermandarên rêxistina DAIŞ`ê ya teror hate girtin

QSD`ê yek ji serçeteyên DAIŞ`ê li derdora Reqayê girt
9 mijdar, 2018   12:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê nûçeyek weşand û tê de ragihand ku Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê, şeva pênşemê bi alîkariya balafirên Koalîsyona Navneteweyî  yek ji fermandarên rêxistina DAIŞ`ê ya teror girt.

Navendê eşkere kir ku di encama çalakiya taybet de fermandar li nêzî bajarê Reqayê hate girtin. 

Navendê ragihand ku demên pêş de, wê debarê dateyên nasnameya fermandarê rêxistina DAIŞ`ê ya teror ku hatiye girtin, agahiyan parve bikin.

(kc)

ANHA