Şêniyên El-Hîşê: Em ne teror in, em aşiqên azadiyê ne

Şêniyên bajarokê El-Hîşê diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze gelê Bakurê Sûriyeyê  azad bijî û wiha got: “Em ne teror in, em aşiqên azadiyê ne, bihêlin em bi aştî û aramî bijîn.”

Şêniyên El-Hîşê: Em ne teror in, em aşiqên azadiyê ne
9 mijdar, 2018   12:08

EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Di merasîma şahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarokê El-Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsa li kantona Girê Spî, gelek şêniyên bajarok destnîşan kir ku wan dikaribû di 2 salan ji rizgarkirinê, ewlekarî û îstiqrarê pêk bînin û bi saya hêzên leşkerî û komîteyên sivîl niha li herêmê jiyana hevbeş ku dewletên dagirker dixwazin vala derxînin, pêk hat û wiha got: "Em nahêlin ku bajarên me xerab bikin."

Ezîz El-Derwîş ji şêniyên bajarokê El-Hîşê ye, bi rêya ajansa me kêfxweşiya xwe ji bo salvegera rizgarkirinê da xuyakirin û aciziya xwe li ser kiryarên dewleta Tirk nîşan da û wiha got: "Îro roja kêfxweşiyê ye lê xemgînî di dilê me ye. Beriya çend rojan me zarokeke şehîd oxir kir û tu gunehê wê tune bû."

Ezîz El-Derwîş bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî bazirganên çekan bisekinin û wiha got: “Em ne aşiqên şer in, em ne terrorist an jî neteweperest in. Em aşiqên azadiyê ne, em derketin ku banga azadiyê bikin, em dixwazin azad bijîn."

Ezîz di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Em aşiqên azadî û demokrasiyê ne, bes e kuştin û bes e xwîn di bajarê me de diherike.”

‘Me dawiya DAIŞ`ê anî, em nahêlin bi şiklê artêşa dagirker li me vegere’

Der barê mijarê de, şêniya bi nave Meryem El-Hemûd spasiya QSD`ê kir ku ew ji zilma DAIŞ`ê rizgar kirin. Meryem kuştina zaroka şehîd Sara Mistefa şermezar kir û wiha got: "Artêşa dagirker hewl dide tirs û fitnê bixe nava şêniyên Bakurê Sûriyeyê.”

Meryem wiha pê de çû: "Erdogan ji zarokên me re dibêje teror, me azadî û ewlekarî bi wan re dît, bihêlin em bijîn, bes e dijminatî û zilm."

Meryem bang li rêxistinên navdewletî kir ku li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker bisekinin û wiha got: "Em ji terora DAIŞ`ê xelas bûn, em naxwazin bi rûyekî din ku kirasê dewleta dagirker li xwe kiriye, vegere."

‘Piştî bidawîbûna terorê, em azad bûn’

Li aliyekî din yek ji şêniyên bajarok bi navê Xazî El-Ilêwî keda komîteyan û meclisan, rêveberî, û hêzên leşkerî ku li herêmê pêk hat û wiha got: "DAIŞ`ê mirovahî û kevir rûxandin û bi saya QSD`ê em azad bûn û jiyana hevbeş li herêmê pêk hat."

El-Ilêwî spasiya aliyên peywendîdar kir ku kedeke mezin di aliyê xizmetguzarî, civakî û ewlekariyê de da.

(jo)

ANHA