ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.11.2018
9 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Elî Dawud (Egîd Dirbêsiyê ) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir dikin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûs a Helebê li ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Kobanê û Girê Spî daxuyaniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-HPC‘ê ya herêma Dêrikê li djiî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li herêmê Bakurê Sûriyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Tirbespiyê ji bo şervanê YPG‘ê Aram Sîha konê taziyê li pêşiya mala wê li gundê Sîhaya Mezin tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin ev êrîş wê îradeya gelê herêmê ti carî neşkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Rûspiyên herêma Cizîrê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga li civaka navdewletî kirin ku mûdaxeleyê bikin û dawî li tecrîdê bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRA

-Du bira bi dildarî û yek giyanî ji bo parastina welatê xwe li hemberî mirinê sekinîn û di yek çemberî şehîd bû û banga welat bi cih bînin. (BI WÊNE).

JIN

-Xwendekarên jin ên herêma Reqayê piştî 4 sal ji mafê hîndariyê bê par mabûn, xwendina xwe ji nû ve didomînin. Buroya Jin a Komîteya Perwerdeyê destekê dida wan da ku perwredeya xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star a Helebê bi rêya projeyên biçûk hewl dide aboriya jinan pêş bixe û piştgriya keda wê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Duyemîn Kongreya Yekitiya Ciwanên Rojava li bajarokê Rimêlan dest pê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Karkerên Bendava Firatê bi desteka Rêveberiya Sivîl a Demokraîtk a herêma Tebqayê  amadekariyên sererastkirina devikeka şeşemîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî gelek cureyê wê lê dîsa jî zêta zeytûnan di xwarin û heta dermankirinê tê bikar anîn. Di serdemê berê de zeytûn bi awayekî destpêkî bi rêya gufaştgehek ji kevir ku berê bi destar dihat naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî derbasbûna salekê li ser rizgarkirina bajarê Reqayê re gelek dikan û navendên tenduristiyê ji nû ve deriyên xwe vekirin. Niha bajar gelek geş bûye û kolan bi şêniyan qerebelix bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Qada Xeto ango Qada Şehîd Delîl yek ji deverên herî ber bi çav li bajarê Hesekê ye. Niştecihên herêmî idbêjin: "Heger tu biçî Şamê û pirsa vê qadê bike wê te bînin vir bê yî ku şaş bibin" Gelo çîroka vê taxê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a navçeya Şêrawayê bi hevkariya Desteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyan bênavber ji bo avakirina kampek nû li gundê Ziyaretê dixebite. Li gorî rêveberiya kampê piştî 15 rojan dê şêniyan pêşwazî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA