Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin

PêkhateyênTirbespiyê di merasîmê oxirkirina şervanên YPG‘ê Aram Sîha de tekez kirin ku hevgirtina gelên herêmê dê pilanên Tirkiyê û çeteyên wê têk bibe.

Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin
Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin
Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin
Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin
Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin
Di merasîmê oxirkirina şehîd Aram de banga hevgirtinê hate kirin
8 mijdar, 2018   16:35

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG‘ê Cîhad Ubeyd El-Telal bi nasnav Aram Sîha ê ku li ser karê xwe li navçeya Tirbesiyê şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugur veşartin.

Li Pakrewangehê merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve hate lidarxistin. Paşê bi navê YPG û YPJ‘ê fermandar Şêx Qamişlo axaftin kir. Fermandarê YPG‘ê di axaftina xwe de diyar kir ku YPG û YPG‘ê li ser bangawaziya gelê herêmê hate damezirandin û ji bo parastina gelêfedekariyê dikin. Her wiha teqez kir ku wekî yekîneyên parastinê ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Fermandarê YPG‘ê Şêx Qamişlo di nava axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û anî ziman ku armanca êrîşan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û wiha got: "Divê em kurd, ereb û suryan li hemberî êrîşên li dijî herêmên me yêbn ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan hevgirtina xwe xurt bikin."

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Celal Hisên anî ziman ku kombûna gelên herêmê bi hemû pêkhateyê xwe nameyek ji bo Erdogan û çeteyên wî ye û got: "Navaroka peyamê bi her şehîdekî hêz û îsrara me ya serkeftinê zêde dibe. Bi hevgirtina gelên herêmê pilanên Tirkiyê û çeteyên wê dê têk biçin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Aram Sîha hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Bavê şehîd Ubey El-Telal anî ziman ku ew bi şeheta kurê xwe serbilind e û diyar kir ku kurê wî şehîdê yekem ê ji gundê Sîhayê ye.

Şervanan cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayika spartin axê.

ANHA